ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn

img
STENBOL - ÎSÎG’ê da zanîn ku di meha kanûnê de 154 cînayetê kar qewimî ne. 
 
Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayeta kar a meha kanûnê eşkere kir. Li gorî raporê; di meha kanûnê de 4 jê jin û 154 jê zilam bi giştî 154 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 5 zarok û 6 penaber jî hene.