WAN - Serokê Odeya Dermanfiroşên Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrûllah Fikret Baransel, diyar kir ku krîza dermanan li Tirkiyeyê bûye pirsgirêkeke kronîk û got: “Nexweş nikarin bigihîjin mafê xwe yê tenduristiyê û dermanfiroş li ber topavêtinê ne.”
Rewşa xirab a aboriyê ya ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê krîza dermanan jî bi xwe re anî. Ji sedî 80’ê dermanên ku li Tirkiyeyê tên bikaranîn ji derve tên, madeyên xam ên dermanên ku tên hilberandin jî ji derve tên peydakirin. Ji ber krîza ku li pergala tenduristiyê jî ketiye, dermanxane nikarin derman peyda bikin. Ev rewş hem dermanfiroşan hem jî welatiyan şerpeze dike. Serokê Odeya Dermanfiroşan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrullah Fikret Baransel diyar kir ku ji sedî 30’ê dermanan li piyasayê nayên peydakirin, ji sedî 70 heta 80’ê dermanên mayî jî ne mayînde ne û ev rewş bûye pirsgirêkek mayînde ya welêt.
‘PIRSGIRÊKA DERMANAN BÛYE PIRSGIRÊKEKE KRONÎK’
Baransel anî ziman ku di warê dermanan de dem bi dem pirsgirêkên dermanan hene, lê di salên dawî de pirsgirêk her tim çêdibin û got ku ev rewş dibe sedema fikarên cidî. Baransel diyar kir ku rêjeya dermanên ku dem bi dem li piyasayê nayên peydakirin digihêje ji sedî 30’ê û wiha dom kir: "Em hewl didin nexweşên xwe bê derman nehêlin. Em difikirin ku pirsgirêka herî girîng ji nirxa danûstendinê ya sabît a ku ji bo bihayên dermanê hatiye destnîşankirin derdikeve. Ji ber ku ji sedî 25’ê nirxê wê ye, lê ji bo dermanan Euro 10,75 qirûş e. Ji du caran zêdetir cudahî heye. Niha cudahiyek pir cidî çêbûye, li gorî vê cûdahiyê em niha dikarin bibînin ku pirsgirêka dermanan kûrtir û kronîktir bûye."
‘NEXWEŞ NIKARIN XWE BIGIHÎNIN DERMANAN’
Baransel bal kişand ku pîşesaziya dermanan di refên herî pêş ên girêdayîbûna derve de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev rewş herî zêde bandorê li me dike. Rêjeya ku her diçe zêde dibe herî zêde bandorê li me dike û di sibeha wê rojê de bihayê dermanan jî zêde dibe. Gava duyemîn a vê yekê bê guman ew ku xwe di nexweşan de dide nîşandan. Nexweş nikarin xwe bigihînin dermanan. Jixwe demeke dirêj ev pirsgirêk hebû. Vê gavê, pirsgirêk di hin komên dermanan de dest pê kiriye kûrtir dibe. Şirûbên zarokan nîn in, ji bo nexweşiyên demarî dermanên norolojîk nîn in. Ev dermanên pir krîtîk in. Bi taybetî ez dikarim bibêjim ku hin dermanên nobedê li bazarê nînin. Li gel vê ji aliyê Saziya Ewlehiya Civakî an jî Odeya Dermanfiroşên Tirkiyeyê ve sepaneke dermanê ku em li bendê ne ku ji derve were, li Tirkiyeyê qet tune ye, heye. Ev her du sazî dermanan ji derve tînin û digihînin nexweşan. Ji sedî 70-80’ê van dermanan pirsgirêka dabînkirinê heye. Niha, li cihekî ku nexweş nikaribin bigihêjin ewqas derman, mafê wan ê tenduristiyê jî nayê bidestxistin."
DERMANFIROŞ HATINE BER TOPAVÊTINÊ
Baransel da zanîn ku ev pêvajoya ku bi guherandina dovîzê dest pê kir, di nexweşan de bi awayekî pir cuda derketiye holê û diyar kir ku dermanxaneyan jî para xwe jê digirin. Baransel destnîşan kir ku bi taybetî li Tirkiyeyê enflasyon di asteke bilind de ye, yekane tişta ku bihayekî wê ya sabit heye û naguhere derman in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber ku bihaya dermanan naguhere, rêjeya qezenca me jî naguhere. Me tu carî doza bilindbûna dermanan nekir. Lê belê di encamê de dermanxane saziyên ku bi dermanan re eleqedar dibine . Ji ber vê yekê di bihayê dermanê de tu qezenc tune ye lê ji hêla din ve tiştên lêçûnê zêde dibin. Di demeke pir kin de mûçeya herî kêm ji 3 hezar û 500 TL bû 8 hezar û 500 TL. Niha tê gotin ku mûçeya herî kêm dê bibe 12 hezar TL. Lê di vê paralelê de qezenca dermansaz zêde nebû û di peydakirina dermanan de zehmetiyê dikişîne. Em dibînin ku dermanxane di nava pirsgirêkeke aborî ya pir giran de ye û hatiye wê astê ku dermanfiroş li ber topavêtinê ne. Ji sedî 30’ê dermansazên li Tirkiyeyê bi berdewamî bi krediyan dermanxaneyên xwe li ser pêya digirin.”