Xizmetkarên tenduristiyê yên Amedê xwarin boykot kirin

img
AMED - Xizmetkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê kar dikin, bi sedema xwarin li gorî pîvan û rêgezan nayê amadekirin, xwarin boykot kirin. 
 
Endam û rêveberên Şaxa SES'ê ya Amedê, li Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê, ji ber xwarin li gorî pîvan û rêgezan nayê amadekirin, biryara xwarinê boykot bikin girtin. Şaxa SES’ê têkildarî boykota xwarinê daxuyanî da û diyar kir ku li nexweşxaneyê bi salan e heman pirsgirêkê dijîn. SES'ê anî ziman ku weki xebatkarên tenduristiye û sendîkaya SES'ê biboneya hişyar bikin 3 rojan xwarinê boykot dikin. 
 
DAXWAZ 
 
Sendikayê ji bo pirsgirêk çareser bibin ev daxwaz kirin: 
 
“*Divê herî kêm 4 cure xwarinên têr bên dayîn. Em dixwazin têr bixwin û ji ser sifrê rabin. Dîsa divê paqij be û di aliyê vîtamîn, mînarel û xwirekê de têr be. 
 
* Wekî şertnameya teknîk ya serwîsê ya li xwaringehan divê hem paqij be û hem jî em di sêniyan de xwarin bixwin. 
 
* Hevsengiya di nava xwarinê û cureyên xwarinê de pir giring e. Divê li gorî tenduristiya mirovan xwarin bê dayîn. 
 
* Em dixwazin ji bo beşa Radyolojî her roj pêdiviya şîr û berhemên şîr bên dayîn. 
 
* Dema şertnameya teknîk tê amadekirin divê daxwazên hevalên me yên personel jî li ber çavan bê girtin."