Xizmetkarên tenduristiyê yên Amedê xwarin boykot kirin 2020-07-02 15:47:22   AMED - Xizmetkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê kar dikin, bi sedema xwarin li gorî pîvan û rêgezan nayê amadekirin, xwarin boykot kirin.    Endam û rêveberên Şaxa SES'ê ya Amedê, li Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê, ji ber xwarin li gorî pîvan û rêgezan nayê amadekirin, biryara xwarinê boykot bikin girtin. Şaxa SES’ê têkildarî boykota xwarinê daxuyanî da û diyar kir ku li nexweşxaneyê bi salan e heman pirsgirêkê dijîn. SES'ê anî ziman ku weki xebatkarên tenduristiye û sendîkaya SES'ê biboneya hişyar bikin 3 rojan xwarinê boykot dikin.    DAXWAZ    Sendikayê ji bo pirsgirêk çareser bibin ev daxwaz kirin:    “*Divê herî kêm 4 cure xwarinên têr bên dayîn. Em dixwazin têr bixwin û ji ser sifrê rabin. Dîsa divê paqij be û di aliyê vîtamîn, mînarel û xwirekê de têr be.    * Wekî şertnameya teknîk ya serwîsê ya li xwaringehan divê hem paqij be û hem jî em di sêniyan de xwarin bixwin.    * Hevsengiya di nava xwarinê û cureyên xwarinê de pir giring e. Divê li gorî tenduristiya mirovan xwarin bê dayîn.    * Em dixwazin ji bo beşa Radyolojî her roj pêdiviya şîr û berhemên şîr bên dayîn.    * Dema şertnameya teknîk tê amadekirin divê daxwazên hevalên me yên personel jî li ber çavan bê girtin."