ENQERE - Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan li Meclisê axivî û got: “Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê ji roja hatiye avakirin heta niha ji bo tenê yek girtiyê siyasî jî biryara ‘başhaliyê’ nedaye.”
Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî binpêkirinên li dijî girtiyan li Meclisê daxuyanî da. Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku sedema gelek binpêkirinên li girtîgehan Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ne û got: “Ev lijneye xisûsên weke wekhevî, g rûmeta mirovahiyê, pergala rejîma înfazê û hwd. ên di girtiyan ku destûra bingehîn û qanûnan de hatine destnîşankirin, esas nagire. Di halê hazir de ev lijneye bûna amûra dirêjkirina cezayê girtiyan, xespkirina azadiya wan û bi keyfî astengkirina tehliyeya wan.”
'BIRYARÊN LI DIJÎ GIRTIYÊN SIYASÎ DIDIN’
Bi domdarî Newroz Uysal Aslan bal kişand ser rêbaza nirxandina girtiyan a van lijneyan û ev agahî da: “Di vê xisûsê de jî em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Zexta siyasî û psîkolojîk li girtiyan dikin. Pirsên rûmeta mirovan binpê dikin ji girtiyan dikin. Ev, darizandineke paralel e û darizandina cezayê ya mukerrer e. Mîna dadgehê pirsan dikin û wê rayeyê di xwe de dibînin ku têkildarî sûcê tê îdiakirin 30 sal berê hatiye kirin, pirsan bikin. Ev lijneye herî zêde jî li dijî girtiyên siyasî biryaran didin. Li gelek girtîgehên weke Karabuk, Bolu, Sîncan, Erzîngan û hwd. pêşiya berdana bişert a girtiyan nayê vekirin. Azadiya wan tê xespkirin.”
‘HETA NIHA YEK GIRTÎ JÎ NEHATIYE BERDAN’
Newroz Uysal Aslan, da zanîn ku di 28’ê Nîsanê de tevî du parêzeran çûne serdana girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tên ragirtin û ev agahî parve kir: “Ji roja lijne hatine avakirin heta niha têkildarî girtiyên siyasî tenê yek biryara ‘başhaliyê’ nedaye. Tehliyeya bi dehan girtiyan asteng kiriye. Pirsên girtiyan neçar dihêlin ku fikra xwe parve bikin, li dijî destûra bingehîn e. Di pirsan pêşdarazî û tehrîk hene. Bi van pirsan pêşiya tehliyeya girtiyan tê girtin.”
‘TAVILÊ RAKIN’
Newroz Uysal Aslan, got ku bi midûrê girtîgehê û dozger re hevdîtin kiriye û wiha pê de çû: “Ne destûra bingehîn ne jî qanûn hene. Rêziknameyeke ku wan bi xwe amade kirî heye. Giştînameya wezaretê şandî heye. Pirsên ji girtîgehan dane erêkirin hene. Kî bi kîjan hincetê wan deran birêve dibe? Ma hewce nake rêzikname û giştîname li gorî destûra bingehîn bin? Gelo heta niha jî wezaretê têkildarî van biryarên keyfî yên vê lijneyê tenê yek lêpirsîn daye destpêkirin? Na. Divê ev lijneye tavilê bên rakirin.”
‘GIRTÎGEHÊN BI TÎPA DARBESTÊ’
Newroz Uysal Aslan, bal kişand ser girtîgehên bi tîpa Y û S’yê û axaftina xwe wiha qedand: “Li girtîgehan tecrîdeke giran heye. Girtîgehên bi tîpa Y û S’yê girtîgehên ‘tîpa darbestê ne.’ Tu kes nikare bi girtiyên li van girtîgehan tên ragirtin re pêwendiyan deynin. Nikarin ronahiya rojê jî bibînin. Tenduristiya wan roj bi roj xera dibe. 24 saetan tên şopandin. Miameleya ku di qefesekê de, di bin çavdêriyê de û li lboratuarê de bin lê tê kirin. Girtî ji bo girtina van girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Divê girtîgehên bi tîpa Y û S’yê tavilê bên girtin.”