Esnafên Îdirê: Krîza dema Ecevît jî ne wisa bû

img

IGDIR - Esnafê Îdirê diyar kirin ku ew ji ber rewşa xirab a aboriyê nikarin kirêya dikanên xwe bidin û gotin: "Krîza niha em têde dijîn, ji krîza serdema Bulent Ecevît jî girantir e. Em hatin asta daxistina derebeyên xwe bigirin."

 
Krîza aborî ku roj bi roj bandora xwe zêde dibe derbên mezin li esnafên Îdirê jî dixe. Komek ji esnafên Îdirê ji ber îflasê derebe daxistin û dikanên xwe girtin. Ên mane jî diyar dikin ku ew nikarin kirya dikan bidin. Esnafan destnîşan kir ku ew niha di nav krîza herî giran a 30 salên dawî de dijîn. 
 
‘DI DEMA ECEVÎT DE JÎ KIRÎZA WISA GIRAN TUNE BÛ'
 
Necmetîn Uysal aşkera kir ku ew esnafê 27 salane  û tişta wî di 4 salê dawî de dîtiye qet di demeke din de nedîtiye. Uysal diyar kir ku wan di serdema serokwezîrê berê Bulten Ecevît de jî krîzek wiha xerab a aborî nedîtine û vê krîzê wek "karesat" bi nav kir û got: "Di serdema desthilatdariya Serokwezîrtiya Bulent Ecevît a 2001’an de ji ber krîza aboriyê aboriya welat serobin bûbû. Borsa ji sedî 15 qîmeta xwe kêm bû, faîza şevê ji sedî 7500 zêde bû, banka têk çûn, kontrola piyaseyê ji dest derket. Şîrket têk çûn, cihê kar hatin girtin, bi milyonan kes bêkar man. Esnafek bertek nîşan da û kasa nivîsê bi ser Ecevît de avêt. Krîza dema Ecevît bandor li siyasetê kir û 2002’yan de Ecevît ket û AKP bû hikumet." 
 
Uysal destnîşan kir ku krîza îro ji ya dema Ecevît girantire û li ser mijarê vê nirxandinê kir: “Kesên tên tişt dikirin jî di lênûska deynî de dinivisînin û diçin. Em jî bi guman in û xwe ji xwere muhaseba ‘gelo ev kesê mal kirî û çû dê karibe deynê xwe bide’ dikin. Ji ber vê nîqaşa deyn bidin an nedin dikin. Em wek esnaf perîşan in. Kirya xwe jî nikarin bidin. Di derdê ‘ez ê çewan bidim’ dene. Rewşa me bi krîzêre her diçe girabtir dibe.” 
 
‘NE AŞTÎ Û ARAMÎ BE ABORÎ BAŞ NABE’
 
Uysal bal kişande ser şert û mercên aştiyê û wiha got: “Pêvaji çewan qediya esnaf jî qediyan. Ji bo başiya aboriyê aramî lazime. Ne aramî be aborî sererast nabe. Wekî din tu tiştek jî ji bo başbûna aboriyê nikare bibe alîkar. Ji ber ku ne diyar e dê sibê çibe her kesî dan û standinê birîne. Di piyasê de pereyên germ neman. Her roja dibore rewşa me xiratir dike.”
 
‘EM NÊÇÎRA MÊŞAN DIKIN’
 
Tekîn Ozsular jî diyar kir ku 3 sal e esnaf bi tengasiyên pir mezin re rû bi rû ne û wiha axivî: "Em wek esnaf di haleke reben û perîşan de ne. Em hemû hatine asta daxistina derebeyan. Min dikan sibê vekir, seet bu 12.00 lê min hê sifteh jî nekiriye. Di dikanê qirase de tenê nêçîra mêşan dikim. Bo ku pere bi mirovanre nemaye nikarin tiştek bikirin. Gelek roj hene ku yek parçe nafroşim.”
 
‘HETA ÊVARÊ VALA VALA RÛDINÊM’
 
Yusuf Çakmaz ê esnafê melzemeyên ceyranê difiroşe wek esnafên din bal dikşîne ser 4 salên dawî û wiha got: “Mişterî tine. Em serêsibê tên dikan vedikin û heta êvarê bê ku tiştek bifroşin dikan digrin. Ev 4 sal berê dest pêkir. Hew em karin kirê jî bidin. Na ku wisa biçe ne tenê dikan dê çarşî bê girtin.”
 
MA - Mahmut Ruvanas
 

Sernavên din

25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir