Çêkirina yemeniyan ji bo wî eşqek e

img
DÎLOK – Denîz Ercellat ê hosteyê yemeniyan ku li Dîlokê dijî pîşeya ji bavê xwe fêr bûye bi eşqek mezin karê xwe dike û ji ber kes eleqeyê nîşanî yemeni nade di nav derdkêşiyê de ye. 
 
Yek ji hunera destan a axa Mezopotamyayê karê yemeniyê ye. Koka karê yemenî ji welatê Yemenê tê. Kesek bi navê Yemen-î Ekber vî karî îcad kiriye û navê xwe li vî karî kiriye. Yemenî navê cûreyek pêlavê ye. 5 çermên cuda yên heywan tê bikaranîn. Çermê gamêş li bin pêlavê, ser pêlavê ji çermê bizine, hundirê pêlavê bi ji çermê miyan, di hundir de binê pêlavê bi çermê gamêş û bizinan û derdora wê jî bi çermê karikê tê çêkirin. Ji Yemenê hatiye vê axê û li bajarên mîna Dîlok, Riha, Amed, Mereş, Antakya û Edeneyê tê çêkirin. Karê yemeniyê ji bilî Dîlok û Kilîsê li bajarên hema bêje qediyaye. 
 
Hemû dirûtinên wê bi destan diavêje û pêlavek bêhn nade. Ceryana werselên mirov dide axê û cureyê pêlavek rehet e. Yek ji van hosteyê yemeniye Denîz Ercellat ê 42 salî ye. 
 
‘EZ ÊŞ Û DERDÊ XWE JI YEMENIYÊ RE DIBÊJIM’ 
 
Ercellat destnîşan kir ku ew ji zarokatiya ve vê pîşeyê ji bavê xwe hînî hostetiyê bûye û her çiqas îro wek berê eleqeyek baş nebîne jî lê dîsa pîşevaniya xwe didomînim. Ercellat got ew gelek ji karê xwe hez dike û wiha dewam kir: “Ev kar ji bo min dîrok, çand û eşq e. Ez hemû êş, derd û razên xwe ji yemeniya çêdikim re vedibêjim.” 
 
‘EWROPÎ BÊTIR ELEQE NÎŞAN DIDINÊ’ 
 
Ercellat anî ziman ku pêlavên yemeni wek berê pere nade qezenckirin û wiha got: “Pere ji bo min plana duyemîn e. Armanca min ewil saxlemî û xweşikiya pêlavê ye. Em karkeran li gel xwe nadin xebitandin. Ji ber ku hem bavê min û hem jî ez ji karê ew karker bikin naecibînin. Yemeniya em çêdikin divê ewil em bixwe biecibînin. Yemenî her tiştê min e. Mirovên ewropî ji mirovên herêma me bêtir eleqe nîşan didinê. Lê divê herêma me ji biyaniyan bêtir eleqeyek mezin nîşan bidin.” 
 
 

Sernavên din

25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir