Birîndarên Pirsûsê: Bi pêlîstokan werin bîranîna 20’ê Tîrmehê

  • rojane
  • 10:22 18 Tîrmeh 2018
  • |
img
STENBOL – Koray Turkay û Yasîn Can ên ji Komkujiya Pirsûsê birîndar rizgar bûn banga bîranîna hevrêyên xwe ya di 20’ê tîrmehê de dê li Kadikoyê pêk bê kirin û gotin: “Ên hatin bîranînê bila li gel xwe pêlîstokan jî bînin.” 
 
Gelek ciwan li ser banga Komeleya Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin cem hev ku ji zarokên Kobanê re pêlîstokan bibin û ji birîna kobaniyan re bibin derman. Bi dehan kes li baxçeyê Navenda Çanda Amara kom bû û di kêliya dê daxuyanî bidana xwekujê bi bombe ket nav ciwanan û xwe teqand. Di teqîn3e de 33 kes jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn. Malbat û xizmên qurbaniyên Pirsûsê ev 3 salin di dosyeya bûyerê de li pey têkoşîna lêgerîna maf in. Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di her 20’ê Tîrmehê de li Qada Khalkedon a Kadikoyê ji bo 33 qurbaniyên xwe çalakiya bîranînê li dar dixin. 
 
DÊ MEŞÊ LI DAR BIXIN 
 
Li gel delîl û dîmenên bûyerê yên derketin holê jî heta niha tu kes nayê darizandin. Rêxistinên ciwanan bi boneya balê bikişîne ser vê yekê û komkujiyê şermezar bike dê di 3’yemîn salvegera komkujiyê de di 20’ê tîrmehê êvarê ji Kolana Halîtaga heta Parka Mehmet Ayvalitaş meşek li dar bixe. 
 
Koray Turkay û Yasîn Can ên ji Komkujiya Pirsûsê birîndar rizgar bûn banga bîranîna hevrêyên xwe ya di 20’ê tîrmehê de dê li Kadikoyê pêk bê kirin. 
 
‘BAWERIYA ME BI AKP’Ê Û HIQÛQA WÊ NEMAYE’ 
 
Yasîn Can bibîr xist ku yek ji komkujiyên herî bixwîn yên li Tirkiyeyê diqewimin komkujiya Pirsûsê ye û got: “Em ji roja ewil ve dibêjin baweriya me bi hiqûqa vê dewletê nayê. Li welêt tu demê hiqûq di warê rasteqîn de nehatiye şixûlandin. Yên aştî û demokrasiyê dixwazin bi îşkence û bêhiqûqiyê re hevrû mane. Di komkujiyê de tiliya dewletê heye. Em ê li dijî faşîzam AKP’ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em di her 20’ê Tîrmehê de li Kadikoyê bernameya bîranînê li dar dixin. Ên hatin bîranînê bila li gel xwe pêlîstokan jî bînin.”
 
‘KOMKUJIYEK DESTPÊKA ŞERÊ BI XWÎN A ROJHILATA NAVÎN E’ 
 
Koray Turkay jî bertek nîşanî xemsariya li dijî kujeran da û got: “Wek mîna ku henekan bi me bikin dozê dişopînin. Jixwe encamên hemû komkujiyên salên dawî yên li Tirkiyeyê diqewimin li ber çavan e. Ev jî yek ji van komkujiyan e. Di AKP’ê de bûye kevneşopî ku tu kes komkujiyan ranagire ser xwe. Komkujiya Pirsûsê destpêka şerê bi xwîn ya Rojhilata Navîn e. Ji bo şermezarkirina vê komkujiya bi xwîn, em ê roja Înê li Kadikoyê çalakiya bîranînê li dar bixin. Em bang li her kesî dikin bên tev li bernameyê bibin.” 
 
MA / Elîf Çetîner
 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye