Dengdêrên Colemêrgê: Leyla Guven îradeya me ye divê berdin

  • rojane
  • 09:34 18 Tîrmeh 2018
  • |
img

COLEMÊRG – Welatiyên Colemêrgê diyarin kirin ku Leyla Guven a ku bû parlamentera Colemêrgê îradeya wan e û got: “Em dixwazin demildest dawî li vê bêhiqûqiyê bînin.” 

Dengdêrên Colemêrgê xwestin parlamentera wan a girtî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven demildest bê berdan. 
 
Omer Namoglu diyar kir ku Guven îradeya wan e û got: “Bila wê zû berdin. Divê erka xwe ya li Meclîsê bi cih bîne. Ev doz ne hiqûqî ye, dozek siyasî ye. Pêkanînek wiha tenê li Tirkiyeyê heye. Çima hûn vîna me dîl digirin?” 
 
‘TEKANE SÛCÊ WÊ DAXWAZA AŞTIYÊ YE’ 
 
Recep Aktaş jî got: “Parêzvanê heqîqetê her tim girtîne. Sûcê parlamentera me tenê parastina aştiyê û pêşî girtina mirinê ye. Daxuyaniyên wê ji bo zilm li gelan neyê kirin e. Ev daxuyanî wîjdanî, mirovî, hiqûqî ye û tu hêmanek axaftinên wê bike sûc jî nîne. Bi sedan nûnerên îradeya me girtîne. Divê hemû nûnerên me û Leyla Guven demildest bên berdan.” 
 
'EM GUVEN DI NAV XWE DE DIXWAZIN' 
 
Gulçîn Karaburk jî diyar kir ku hinceta girtina Guven dijminatiya vîna jinê ye û wiha pêde çû: "Vê vîna jinê  Selma Irmak şand Meclîsê, lê niha hatiye girtin û parlementeriya wê jî ji destê wê derxistin. Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de gel dîsa vîna jinê nîşan da û Guven kire parlamenter. Lê disa dijminatiya vîna jinê xwe nîşan da û Guven ji girtîgehê dernaxin." Karburk anî ziman ku di dema hilbijartinê de Guven ji ber girtiye li girtîgehê xebatê hilbijartinê birêve bir û li Colemêrg û navçeyên wî jî jinan ev xebatberdewam kirine û wiha  got: "Bila Leyla Guven demildest bê berdan were nava gelê ku wê hilbijartine."
 
 
'VÎNA JINAN AZAD BIKIN' 
 
Gulê Polat got vîna gelê Colemêrgê her dem di hedefê de ye û wiha axivî: "Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de parlamenterek xesp kirin. Abdulah Zeydan û Selma Irmak ji ber vîna gelê Colemêrgêne niha li girtîgehê ne. Leyla Guven jî bi avayek bê hiqûqî li girtîgehê de didin sekinandin. Ev hemû dide nîşandan ku vîna gelê Colemêrgê tê cezakirin." Polat diyar kir ku Leyla Guven dema ku Gever hat hilweşandin gel tenê nehiştiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Guven her dem li Geverê ji gel re dibû alîkar. Li Geverê di serî de jin û her kes pir ji Guven hez dike. Ji xwe  Geverê ji sedî 82 dengê xwe dane. Gever 49 hezar deng da HDP'ê û 7 hezar jî da AKP'ê. Dengê polîs û leşkeran derxe dengê HDP'ê dibe ji sedî 95. Gevera ku sedî 95 deng daye Guven û hevalên wê Guven di nav xwe de dixwaze. Vîna jinan û  Colemêrgê azad bikin."
 
 
'DADGEH JI QESRÊ RE BÎAT DIKE’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede jî destnîşan kir ku Leyla Guven dengê hemû jin û ciwanan e û wiha axivî: “Vî gelî di 24’ê hezîranê de ji bo Leyla Guven bibe dengê wan hilbijart. Ew dadger û dozger jî dizanin rewşek hiqûqî li holê nîne. Lê ew fermanê ji jorê ango ji Qesrê digirin û biryara girtina birêz Guven didin. Divê darizandina Guven jî ji holê rabûye, lê mixabin tiştek wiha li welêt nîne. Bi vê pêkanînê di şexsê Leyla Guven de li hemû gelê Colemêrgê heqaretê dikin. Birêz Guven îradeya gelê Colemêrgê ye. Divê demildest Guven berdin û li ser navê gelê Colemêrgê tev li xebatên li Meclîsê bibe. Dadgeh di vê mijarê de serî li pêkanîn û hiqûqek skandal dide û ji Qesrê re bîat dike.” 
 
 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye