Bertek nîşanî lêpirsîna lezgîn da: Wekîltiya gel viya dide ferzkirin

  • rojane
  • 12:55 17 Tîrmeh 2018
  • |
img
AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari bertek nîşanî lêpirsîna li wan hat vekirin da û got: “Em ê êş û dilxweşiya gelê xwe parve bikin. Wekîltiya gel viya dide ferzkirin.” 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari yên tev li merasîmê endamê HPG’ê Mehmet Yakişir ê li Gîresûnê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, bûbûn bi bayê bezê lêpirsîn da destpêkirin. Parlamenter Farisogullari bertek nîşanî lêpirsîn û nûçeyên medya hawizê ku wan kiriye hedef da. 
 
‘EM NEÇARIN LI CEM GELÊ XWE BIN’ 
 
Farisogullari diyar kir ku ew bi dengên gel bûne parlamenter û got: “Ji bo em derd û êşa gelê xwe parve bikin berpirsyariyek me heye. Bêyî em nasnameya kesan bibipirsin, li vî bajarî em neçarin li êşa gelê xwe bipirsin û parve bikin. Em wek wekîlên gel tev li merasîmê bûn û me êşa malbatê parve kir. Wekîltiya gel ne ew e ku mirov li qesr û li ser qoltixên çerm rûnê. Em neçarin li cem gelê xwe di sefê de bin.” 
 
‘NE WÎCDANÎ Û EHLAQÎ YE’ 
 
Farisogullari anî ziman ku ew ê nasnameya cenaze nedarizîne û wiha dewam kir: “Ev lêpirsîna dane destpêkirin ne karê aqil e. Helwestek ehlaqî û wîjdanî nîne. Em ê êş jî û dilxweşiya gelê xwe jî parve bikin. Em ê li cem gelê xwe bin Wekîltiya gel viya dide ferzkirin.” 
 
‘EZ ÊŞA GELÊ XWE PARVE NEKIM…’ 
 
Farisogullari bertek nîşanî nûçeyên medya hawiz ku wan kirine hedef jî da û wiha got: “Nêrîna xwe ya hember nirxên ehlaqî, mirovî û dinyayî danîn holê. Di van nûçeyan de etîkbûn heye gelo? Ev berpirsyariya me ya bingehîn e. Heke ez êşa gelê xwe parve nekim, ez ê çawa bibin wekîlê gel?” 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye