Mala xwe kiriye muzeya wêneyên xizmên xwe yên girtî

  • rojane
  • 09:20 17 Tîrmeh 2018
  • |
img
RIHA - Muslum Karak ê 63 salî ku li gundê Qubika Çareba ya Pirsûsê dijî, diyar kir ku kur û birayekî wî girtî ne û rastî cezayê muebetê hatine û birayeki wî jî li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye. Karak ku rastî gelek êşên giran hatiye û ji malbatê, kur, bira û keça wî girtî ye, mala xwe kiriye muzeya wêneyên xizmên xweyên girtî. Karak ku li baxçeyê xwe bi dehan cureyên dar û beran çandiye her kesên ku li mala xwe dike mêvan dibe nava baxçe digerinê fêkî dide wan û piştre çîroka wêneyên di muzeyê de yek bi yek vedibêje. 
 
Muslum Karak ê 63 salî ku li gundê Qubika Çareba ya Pirsûsa Rihayê dijî, ji serdema 12'ê îlonê heta niha rastî gelek êşên giran hatiye. Karak, ku kurê wî, birayê wî û keçek wî girtî ne, rastî êşên gelek giran hatiye û li dijî van êşan û tundiyê li dijî xwe her dem li ber xwe daye. Karak êşa jiyana xwe bi wêneyan li odeyek mala xwe muze çêkiriye û muze kiriye zimanê êşên xwe. Muslum Karak ê 63 salî ku bi şerwelê xwe û pûşiya serê xwe di nava erdê xwe yê ji 4 zolim baçeyê fêkî pêk tê dijî. Karak di baxçeyê xwe de darên gwîz, trî, wişne, gêraz û gelek cureyên team çandiye, hemû kesên di pêş mala wî re derbas dibe dawetî mala xwe dike û ji baxçeyê xwe fêkî dide wan. Muslum Karak dibêje 'Ev baxçe yê hemû kesan e." û her kesî dawetî baxçe dike û fêkî dide wan. 
 
MALA XWE KIRIYE MUZEYA WÊNEYAN
 
Muslum Karak, birayeki wî,  kurekî wî, keçek wî û biraziyek wî girtî ne. Birayekî wî jî li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye. Karak, odeyek mala xwe ji wêneyên xizmên xwe yên girtî kiriye muzeya girtiyan. Wêneyê xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dane û girtî ne, bi kulîlk û çîçekan xemilandiye. Karak, dema kesek diçe mêvanê wî, ewil dibe nava baxçe fêkî dide û piştre tîne odeya muzeyê û çîroka kesên di wêne de yek bi yek vedibêje. 
 
MALBATA ÇAREBA 
 
Malbata Karak ku ji gundê Çareba ye, bi navê gund tê zanîn. Muslum Karak, di serdema 12'ê Îlonê de hat girtin û 9 mehan girtî ma. Li gelek girtîgehan geriya. Birayê wî Îsmet Karak, di serdema darbeya 12'ê Îlonê de hat girtin. di sala 1982'an de di Zindana Amedê jiyana xwe ji dest da. Birayê wî yê din Mehmet Durak Karak (60), di sala 1981'an de hat girtin. 6 salan li Zindana Amedê ma. Pişti hat berdan bi zorê birin leşkeriyê. Piştî leşkeriyê dîsa hat girtin û rastî 36 sal ceza hat. Niha li Girtîgeha Rihaye ye. 
 
Karak, diyar kir ku piştî birayê wî li Zindana Amedê jiyana xwe ji dest da navê kurê xwe li birayê xwe kir û wiha got: "Kurê min di sala 2003'an de tev li PKK'ê bû. Piştre bi birîndarî hat girtin. Niha rastî cezayê muebetê hatiye. Keçek min jî berpirsiyarê çalakiyekê hat dîtin û hat girtin. Keça min û 2 xezûr hatin girtin û 9 mehan li Girtîgeha Tarsusê girtî man. Zavayê me jî rastî ceza hat. Biraziyê min jî hat girtin û ji cezayê muebeta giran tê darizandin. Kurê min 9 salin li Girtîgeha Osmaniyê girtî ye." Karak hem ji wêneyan muze çê kiriye û hem jî ji alav û amûrên girtiyan muze temam kiriye. Dîa wêneyê Selahattin Demiraş ku li Edîrne girtî ye jî li muzeyê zêde kiriye. 
 
Karak anî ziman ku hevsera wî jî hişê wê wekî berê nemaye û bi hesreta zarokên xwe dijî. Karak, da zanîn ku dema pirsa kurê xwe Îsmet dike diyar dike ku li dervê welat e û nabêje girtî ne. Muslum Karak û hevsera xwe niha li gel neviyên xwe Arjin, Çiya û Avaşin li mala xwe di nava baxçeyê xwe de dema xwe derbas dikin. 
 
LI GIRTÎGEHÊ ÎŞKENCE ZÊDE YE 
 
Karak, da zanîn ku dema hat girtin jî zewxt û îşkenceya li ser girtiyan zêde bû û niha jî girtî rastî tundî û îşkenceyêtên û tiştek nehatiye guhertin. 
 
 
MA / Arjin Dilek Oncel
 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye