‘Em çawa diçin pincar em dê wisa biçin ser sindoqan'

  • jin
  • 09:01 10 Hezîran 2018
  • |
img
WAN - Hilbijêrên HDP'î yên navçeya Qelqeliyê ku sindoqên wan hatin guheztin, bertek nîşanî rayedarên dewletê dan û diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Jinên Qelqeliyê jî diyar kirin wekî ku 6 kilometre diçin dervê gund pincar kom dikin dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. 
 
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), ji bo herêma Wanê der barê 224 sindoqan de biryar da ku cihê sindoqan bê guhertin. Ji 224 sindoqan jê 21 sindoqên bên guhertin li herêma navçeya Qelqeliyê ne. Yek ji gundê ku sindoqên wan hatin guhertin, gundên Memedelan ê ji 293 hilbijêrên wê heye û ji sedî 98  hilbijêrên wê HDP'î ye. Bi biryara YSK'ê sindoqên Memedelan şandin gundê Asteco yê 6 kîlometre dûrî wan e. Jinên Gundê Memedelanê bertek Nîşanî biryara YSK'ê ya guhestina sindoqan da û gotin: “Sindoqan bibin ku em dê bersîvê bidin Erdogan û biçin dengê xwe bavêjin sindoqan. 
 
AYAZ A 100 SALÎ: EM DÊ BIÇIN DENG BIDIN
 
Dayika 100 salî Meryem Ayaz a ji gundê Memedelanê diyar kir ku ew dê bi meş biçe dengê xwe bide û vegere. Ayaz, anî ziman ku dê biçe dengê xwe bide HDP'ê wiha got: "Guhestina sindoqan heqaret e li me kirine. Ew sindoqan dibin ku bila bibin. Em dê biçin ser sindoqan û dengê xwebidin HDP’ê. Pirsgirêka HDP'ê ya bendê tune ye. Me neheqî û zilm li kesî nekiriye. Em dê bi ser bikevin." 
 
‘EM DENGÊ XWE NADIN KESÊN DIN' 
 
Şêniya heman gundî Îkram Ozdemir jî xwest ev hilbijartin bibe wesîleya aştiyê û wiha got: “Em Kurdin û dengê me yê HDP’ê ye. Em ji xeyni HDP'ê dengê xwe nadin tu kesên din. Ew sindoqan bibin ku bila bibin em dê dîsa biçin ser sindoqan dengê xwe bidin. "
 
Pîra 70 salî Gulistan Ayaz jî anî ziman ku ger sindoqên wan bê guhertin ew jî dê mecbûr li pey dengê xwe biçin û wiha got: "Bi meş bimîne jî em dê biçin ser sindoqan. Em tu carî deng nadin Erdogan. Em tu carî wî kêfxweş nakin. Ji ber ku wî zilm li me kir." 
 
Dayika 67 salî Antika Ayaz jî diyar kir ku ew bizanibin bên kuştin jî dê dîsa biçin ser sindoqan û dingê xwe bidin xwe. Ayaz, anî ziman ku dê dengê xwe bidin HDP û Selahattin Demirtaş û wiha got: "Em kurdin em dê dengê xwe bidin xwe. Em qet dengê xwe nadin Erdogan. Wî em girtin, binçav kirin û kuştin. Em dê çawa dengê xwe bidin wî. Yên kurd bin, wîcdan û îmana wan hebe divê dengê xwe bidin xwe. Divê her kes biçin ser sindoqan. 
 
‘WEKÎ EM DIÇIN PINCAR EM DÊ BIÇIN SER SINDOQAN Û DENGÊ XWE BIDIN' 
 
Hilbijêr Fatma Guçlu  jî ani ziman ku dê dengê xwe bidin xwe û Selahattin Demirtaş û wiha got: "Erdogan her tiştê xerab bi serê kurdan de anî Zilm li kurdan kir. Çi bibe bila bibe em dê biçin ser sindoqan. Wekî ku em diçin gundê cîran pincar kom dikin em dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin." 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye