Afro/Turkên li Îzmirê bi HDP'ê bi kelecan in

  • rojane
  • 10:18 2 Hezîran 2018
  • |
img

ÎZMÎR – Welatiyên Efrîqayî yên Tirkiye ku li Îzmîrê bi cih bûne (Afro/Turk) diyar kirin ku piştî yek ji wan namzetê HDP’ê yê Îzmirê hat hilbijartin kelecan û heviyên wan zêde bûne. 

 
Welatiyên ku bi sedan sal berê ji Efrîqa ji aliyê Bazirganên koleyan ve wekî kole anîn Anatoliya navîn û li herêma Anatol û Egeyê bi cih bûn wekî Afro/Tirk tên zanîn û nasîn. Piştî HDP'ê ji civaka Afro/Tirk Yalçin Yanik wekî namzetê HDP'ê yê Îzmirê nîşan da, hevî, bawerî û kelecana civaka Afro/Turkan zêde bû. Endama Komeleya Afro/Tirk Rabia Açik, diyar kir ku ji bo wan xeyalek bû ku nûnertiya wan di meclîsê de hebe û wiha got: "Li Tirkiye di salên dawî de em hatin ferqkirin. Welatiyen Afrikayî ku bûne welatiyên Tirkiye, (Afro/Turk), di salên 1400’an de ji aliyê bazirganên koleyan ve ji bo li axa Osmanî bidin xebitandin ji Afrîqa anîn Anatoliyê. Xwestin ji vir jî wan bibin Ewropa. Bi deh hezaran hêj li herêma Akdeniz û Ege dijîn. Wê demê bêtir ji welatên Nijer, Erebîstana Siudî, Libya, Kenya û Sudanê anîn herêma Anatoliya navîn. Gelek ji wan di salên 1923'an de di mubadeleya Nifûsê de wekî tirk qeyd kirin. 
Afro/Turk piranî li herêma Ege li Aydin û Îzmirê dijîn. Ji ber ku lêkolînek fermî tune nayê zanîn ku niha çiqas Afro/Turk hene. Li gorî hin kesan 5 hezar û li gorî hin kesan 10 hezar kes hene. Lêkolînerên ku diyar dikin hêjmar zêdetir e jî hene. Ji ber ku li Tirkiye bi salan e polîtîkayên înkar û tundiyê hene. kes li ser vê mijarê lêkolîn nake." 
 
Rabîa Açik, da zanîn ku heta niha di nava saziyên fermî yên dewletê de ji civaka Afro/Turkan pir kêm mirov heye û piştî HDP'ê Yalçın Yanik  li Îzmirê namzet nîşan da kelecan û heviyên wan zêde bû. Açik, anî ziman ku malbata wê karkerê kot bû û di serdema Osmanî de di zeviyên pembû de dixebitîn û ji aliyê Amerikayiyan ve hatine. Em niha kelecana ku vîna xwe bibin meclîsê dijîn. Meclîs xeyala me bû. Em hêvî dikin em dê bi ser bikevin û biçin meclîsê. 
Li Tirkiye wekî hemû gelan me jî ji hikûmeta AKP'ê zerar dît. Ne tenê li Tirkiyeli hemû cihanê em wekî ên din tên dîtin. Em bawer dikin ku piştî Yanik bû wekîl dê nûnertiya me bike. Ji ber vê yekê em dibêjin HDP. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

26/04/2024
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye