Nehiştin zava daweta xwe bibîn e

  • rojane
  • 10:43 7 Nîsan 2018
  • |
img

AMED - Li Amedê, Rohat Akboga yê jina ku dê bi hev re bi zewiciyan ji kuafêrê girt û xwest bibe salona dawetê, polîsan wesayîta wî rawestandin û bi hinceta cezayê wî hatiye erêkirin, binçav kirin. Malbatê li hemberî vê bûyerê coş û keyfa xwe xerab nekirin û bêyî zava dawet lidarxistin. 

Li Amedê, Rohat Akboga yê amadekariya zewicandinê dikir, di 5’ê Nîsanê de, jina kudê bi hev re bi zewiciyan ji kuafêrê gitt û xwest biçin salona dawetê, polîsên hêzên taybet derdora wesayîta wî girtin û rawestandin. Polîsan Akboga binçav kirin û birin Edliya Amedê. Biryara 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê yê bi îdîaya “Heqaret li Serokomar kiriye” ku li Akboga hatibû birîn li rûyê wî hat xwendin û dûre Akboga şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.  
 
BÊ ZAVA DAWET LIDARXISTIN
 
Malbat li hemberî bûyerê şaşwaz bûn, lê dîsan jî şeva hine û dawest îptal nekirin. Malbatên ji edliyê derketin, şeva hinê   pêk anîn û dûre dawet bê zava kirin. Dost û xizmên bûk û zava beşdarî daweta li salona dawetê ya navçeya Rezanê bûn. Ji derveyî zava di dawetê de tu tişt kêm nebû û li ber starên hatin gotin govend hat gerandin. 
 
‘TEHEMÛLÊ ROJA KEYFXWEŞIYA ME NEKIRIN’
 
Sara Başak a bêyî zava daweta xwe kir, gava kest salona dawetê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazî kirin. Li cihê rûniştina bûk û zava, kursiyê zava yê vale mayî çakêtê zava pêve kirin. Sara Başak, diyar kir ku girtina hevjînê wê, ew xemgîn kir û wiha got: “Lê ez pir bi hêzim. Tehemûlê vê roja me ya bi keyfxweş nekirin. Bi zanebûn di şeva hine de girtin. Lê bi înat me jî daweta xwe taloq kir.”
 
PARVEKIRINÊN WÎ YÊN TORA CIVAKÎ SÛC  HATIN DÎTIN
 
Ji ber ku Akboga cenazeyê Taybet Înan a 7 rojan li Sîlopiyê di qedexeyên derketina dervede li erdê hiştin û cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê li dû panzêr ve kaş kirin, di tora civakî de parve kir bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” sûcdar hat dîtin. Cardin bi îdîaya di tora civakê de “Heqaret li Serokomar Erdogan kir” 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê dan Akboga.  
 
MA / Lezgîn Akdenîz - Devran Toptaş
 

Sernavên din

26/04/2024
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye