Ocaxa kevir zerarê dide gund û pira dîrokî

  • rojane
  • 09:29 17 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Welatiyên gundê Gelî yê Çinarê ji ber Kana Keviran 900 metre nêzî gundê wan hatiye avakirin û zerarê dide wan bertekên xwe anîn ziman. Welatiyan diyar kirin ku kan zerarê dide pira dirokî û jiyana wan. 

900 metre li nêzî gundê Gelî ya navçeya Çinara Amedê li ser 26 doniman Kana Keviran ava dikin. Ji ber zerara kanê welatî bi hêrsin. Gundê ji 100 malan hatiye avakirin, piştî kana kevir hat wir pirsgirêkên wan jî dest pê kirin. Welatiyan diyar kirin ku ocaxa kevir dê av, zevî û derûdorê qirêj bike, dê ji ber dengê wê kes li gund nesekine. Welatiyan destnîşan kir ku maşîneyên kar zerarê didin Pireya Dîlawer a 600 salî û ev tişt gotin: "Di navbera 2011 û 2012'an de Miduryeta Herêmê ya 9'emîn Rêya Bejahî, bi 2 milyon TL'yî pire restore kir."
 
'DÊ TEQÎN MALÊ ME BIHEJÎNIN'
 
Ender Tarim da zanîn ku ji bo ocaxa kevir ava bikin, 2 hefte ye dest bi xebatê kirine, kesî der barê ocaxê de agahî nedaye gundiyan. Tarim diyar kir ku piştî stûnên ceryanê il gundên wan çikandine, wan fêm kiriye dê ocaxa kevr bê çêkirin, hemû gundî li dijî ocaxê derdikevin. Tarim got ku xebatên îro bi maşîneyen kar dewam dikin, dê di rojên pêş de teqîn jî pêk werin û wiha axivî: "Ocax gelek nêzî gund e. Ji ber wê teqînên li wir pêk bên dê malê me bilerizîne. Ji ber gemara ocaxê welatiyên gund aciz in."
 
'ZERAR DAN PIRA DÎROKÎ'
 
Tarim destnîşan kir ku maşînên kar ên ji bo ocaxê anîne, zerarê didin pira dîrokî û ev tişt got: "Pire gelekî teng e. Maşîneyên mezin derbas nabin. Ruxmê me bi dehan caran xebatkarên ocaxê hişyar kirin jî dîsa jî li ser pireyê re maşîneyan derbas dikin. Dîwarê pireyê rûxandin. Me agahî da cendiryeman, wan jî lêkolîn pêk anîn. Heke di demên pêş de ji bo kevir teqînan pêk bînin, dê zerarê bide pireyê."
 
'EM Ê NEÇARÎ SEWALÊN XWE BIFROŞIN'
 
Resul Altaş jî diyar kir ku ji ber gemara ocaxê dê sewal û qadên çandiniyê jî zerarê bibînin û wiha got: "Heke rewşek neyînî bi pêş keve, em neçar in 3 hezar sewalên xwe bifiroşin. Heke rayedar naxwazim em koç bikin, bila vê ocaxê bigirin."
 
'DÊ NEWALA ME QIRÊJ BIBE'
 
Îhsal Altaş derbirî ku wan xwestiye bi rayedarên fîramyê re hevdîtinê bikin, lê kesî nexwestiye bi wan re hevdîtinê bike û ev tişt anî ziman: "Gundek bi xwezaya xwe re xwedî wate ye. 15 gund ji vê newal û avê sûdê digire. Lê ji ber ocaxê dê ev newal qirêj bibe."
 
Dema gundiyan der barê ocaxê de agahî dida ajansa me, li ser agahiya xebatkarên ocaxê, leşker û cerdevanên girêdayê Qereqola gundê Sîpyagê hatin qada ocaxê. Rayedarên cendirmeyan nehişt di nav sînorê ocaxê de dîmen bên kişandin û gundî kom bibin." 

Sernavên din

25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir