Emniyetê ambûlans û qeyûm mala şînê neda

  • rojane
  • 09:39 21 Mijdar 2019
  • |
img

MÊRDÎN – Cenazeyê siyasetmedarê kurd Hasan Eskîcîoglu yê li hefsê krîza dil derbas kir nîvê şevê di dorpêça polîsan de hat veşartin. Ji bilî 4 ferdên malbatê nehiştin kes beşdarî merasîma cenaze bibe. 

 
Siyasetmedarê kurd Hasan Eskîcîoglu yê 7 meh berê bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin, duh li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Eskîcîoglu ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Mêrdînê. Diha payîn cenaze îro were definkirin. Lê bi zordestiya polîsan cenaze nîvê şevê ji aliyê malbatê ve di dorpêça polîsan de hat veşartin. 
 
Malbatê ji bo veguheztina cenaze ambûlans xwest lê bi gotina “ferman heye” nedan malbatê. 
 
Malbatê bi derfetên xwe cenaze bir Goristana Hecaca ya Nisêbînê. Cenaze di dorpêça polîsan de hat veşartin. Balkêş bû ku Midurê Emniyeta Nisêbînê Murat Sonmez jî cihê xwe di nava dorpêçê de girt. 
Polîsan ji bilî 4 ferdên malbatê nehiştin kes beşdarî merasîmê bibe. 
 
Şaredariya Nisêbînê ya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, mala şînê neda malbatê. Ji ber vê yekê şîna Eskîcîoglu li mala wî hat dayîn.