Bi belgeyan têkiliya AKP û DAIŞ'ê

  • rojane
  • 09:04 21 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Daîreya Kontrola Nirxên Biyanî ya Wezareta Xezîneya DYA'yê, di 18'ê Mijdarê de, 3 şîrketên li Tirkiyeyê xebatê dikin û 2 welatiyên Tirkiyeyê bi sedema alîkarî dane  DAIŞ'ê xistin lîsteya reş. Daîre bi belgeyan aşkere dike ku DAIŞ, AKP û MÎT bi hevre di nava hevkariyê de ne. 

Daîreya Kontrola Nirxên Biyanî ya Wezareta Xezîneya DYA'yê, di 18'ê Mijdarê de, 3 şîrketên li Tirkiyeyê xebatê dikin û 2 welatiyên Tirkiyeyê bi sedema alîkarî dane  DAIŞ'ê xistin lîsteya reş. Daîreyê, diyar kir ku Îsmaîl û Ahmet Bayaltun ên birayê hev ku xistin lîsteya reş, alîkarî bi çeteyên DAIŞ'ê re kirine. Dîsa şîrketa Îthalat û Îxracatê ya ACL ya ku xwediyê wê Îsmaîl Bayaltun e, bi sedema di salên 2015 - 2017'an de alîkarî daye DAÎŞ’ê û malzeme jêre temîn kirine, der barê wan de karê lêpirsînê dan destpêkirin. Dîsa fîrma û şîrtetên din ên ku li Tirkiyeyê xebatê dikin û xistin lîsteya reş, şîrketa dowîz û pereyan Sahloul Money Exchange Company û Al-Sultan Money Transfer Company e. 
 
BELGE DERKETIN HOLÊ 
 
Piştî DYA ev şîrket û kes xistin lîsteya reş, belge û agahiyên hevkarê DAÎŞ'ê yên bira  Îsmaîl û Ahmet Bayaltun derketin holê. Li gorî agahiyan: 
- Di Şîrketa Îxracat û Îthalatê ya ACL ya li Rihayê de di salên 2015 - 2017'an de alîkariya daye DAÎŞ'ê carke din derket holê. Di Hezîrana 2015’an de piştî Girê Spî ji DAÎŞ’ê hat rizgarkirin, li herêmên uk QSD’ê bi dest xistine navê şîrketên birayên Bayultan  ên alîkariya DAIŞ'ê dikirin derket holê. 
-Li ser malzemeyên ku şîrketa ACL'ê ji Rihayê dişand Girê Spî navê birayan Bayaltun û hevkariya wan a bi DAÎŞ'ê re deret holê. Di nava malzemeyên ku şîrketê ji DAIŞ'ê re şandin de para herîmezin aluminyum pasta (Pigment) e. Derket holê ku DAÎŞ’ê di êrîş û şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pigmentê ji Rihayê stendiye derket.  Di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê 103 kes hatin kuştin. Malzemeyê bombeya di komkujiyê li Enqereyê de hat bikar anîn, pigmentên ji Tirkiyeyê şandibûn derketin. 
 
LI SER MEDYA CIVAKÎ PEYAM PARVEKIRIN
 
Şîrketa ACL û birayên Bayaltun bi AKP'ê de di nava têkiliyê de ne. Li ser medya civakî jî têkiliya wan derket holê. Ziyaretê piştgiriyê ji vê yekê nîşan dide. 3 roj beriya ku DYA van şîrketan û birayan têxe lîsteya reş, Serokê Rêxistina AKP'ê yê Rihayê Bayattin Yildiz li gel heyeta pêre şîrketa ACL'ê ziyaret kir. Tekildarî ziyaretê li ser hesabê medya civakî yê AKP'ê îfadeya "Me Xwediyê Kargeriya ACL GSM Mustafa Bayaltun ziyaret kir. Em li ser rewşa dawî ya piyasayê pirsgirêkên esnafên xwe û daxwazên wan axivîn."   
 
 
Dîsa Serokê Rêxistina AKP'ê yê Rihayê Bayattin Yildiz, şîrketa ACL'ê di 23'ê Hezîranê de jî beriya hilbijartina Stenbolê ziyaret kiribû. Dîsa AKP'iyên ku Mustafa Bayaltun ziyaret kiribû, Ji namzetê AKP’ê yê Stenbolê Bînalî Yıldırdım piştgirî girtibû. Têkiliya bazirganiya di navbera AKP û DAIŞ'ê ya Dewleta Tirk, de berê jî ji aliyê gelek welat û dewletan ve hatibû ziman. 
 
 
DAIŞ'iyên ku ji aliyê QSD'ê ve hatin girtin, ev têkiliya di navbera AKP û DAIŞ'ê de wiha anîbûn ziman: 
* Sînor di kontrola me de bû, Me bi rêk û pêk bi MÎT'ê re civin li dar dixist. Hemû teqemenî û maddeyên kîmyewî, dermankirina birîndaran, me hemû li ser deriyê Tirkiyeyê temîn dikir. 
* MÎT'ê li ser derbasbûna deriyê sînor û mijarên din gotin em li ser mijarên din bixebitin. Em dikarin çawa bêyî zerarê bidin hev xebatên xwe bimeşînin axivîn.  
* Ji bo petrola bi rêya qaçak em didin Tirkiyeyê, xwe xwest em bikin fermî, lê pirsgirêk derketin. Li beramberî petrola ku em didin wan, me xwest 250 hevalên me yên di destê wan de serbest bên berdan. Me lîste da wan, ji xeynî sekên bi rêya İnterpolle lêgerîna wan hebû hemû hatin berdan. 
 
* Di sala 2014'an de Wezîrê Aboriyê yê AKP'ê yê wê demê Mustafa Elitaş li meclîsa Tirkiyeyê raqama fermî ya bazirganiya bi DAÎŞ'ê re ragihandibû. 
* Elitaş di hevdîtinên Butçeya Plana Meclîsê de li Kursiya Meclîsê ji bo Deriyê sînor ê Karikamiş ê di destê DAÎŞ’ê gotibû Ji sala 2013’an heta 2014’an bi qasî 2 milyon û 699 hezar dolar bazirganiya îxracat û îmahatê hatiye kirin. Disa di sala 2014'an de bi 1 milyon û 838 hezar dolarla, bi giştî 5 milyon dolarî bazirganî hatiye kirin. 
 
Hin daxuyaniyên wê demê wiha ne: 
 
- Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê John KERRY, pirsa senatoran a “DAÎŞ dikare petrola kaçak di ser kijan deriyan re derbas bike" bi gotina “Turkiye û Lubnan" bersivandibû. 
- Wezîrê Karên Derve yê Irakê Hoşyar Zebarî di 12'ê Kanûna 2014'an de daxuyanî da Al Jazeera û diyar kiribû ku DAİŞ petrola ku ji Suriye û Irakê temîn dike bi rêya navbênkarên Tirkiyeyê difiroşe. 
- George Hasvanî yê ku Yekîtiya Ewropa wî bi diziya Petrola Sûriyeyê tawanbar kir gotibû “Hûn esil li petrola ku direvînin Tirkiyeyê" binerin." 
 
Di sala 2015'an de Wezîrê Parastinê yê Rûs der barê bazirgangiya betrolê ya DAİŞ’ê re raporek aşkere kir.  Cîgirê Wezîrê Parastina Rusya Anatoly Antonov wiha got: 
-Me sê rêgehên bazirganiya petrolê yên ji Herêmên di kontorla DAİŞ'ê de derbasi Tirkiyeyê dikin diyar kir. 
- Petrola ku ji xwediyan bi awayekî fermî ji Suriye û Irakê dirizin, li Tirkiyeyê tê firotin û xerçkirin. 
- Li gorî daneyan di bazirganiya dijzagonî de rêveberên siyasî yên Tirkiyeyê û katroyên jor serokomar Erdogan  û malbata wî ye. 
- Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û malbata wî petrola li Sûriyeyê di destê DAIŞ'ê de ye, bi reyên dijzagonî sewq dike. 
 
Satiya Conflict Armanent Research (CAR) ya navenda wê li DYA ye û Dewleta Tirk, çek firotine DAİŞ’ê û ev yek kirine rapor. Daneyê raporê wiha ye: 
- Li tevahiya cîhanê 51 şîrketên ku kekên ku DAIŞ bikar tîne, teqemeniyên destan û muhimmatên wan çêdikin hene. 13 ji wan di destê Tirkiyeyê de ne. Ji Tirkiyeyê 13 şirket, 7 jê berhemên çekên kîmyewî ne. 
Ji 51 şirketan piranî bi rêyên cuda bi şîrketên li Tirkiyeyê de di nava têkiliyê de ne. 
- Hemû kabloyên ku di teqemeniyên destan de tên bikaranîn, ji şîrketên Tirkiyeyê çûne. 
- Hidrojen Peroksitin a ku DAIŞ bikar tîne, navenda bazirganiyê stenbol e.  
- Elemonyuma Amûnyum Nîtra ku DAIŞ wê bikar tîne, ji aliyê şîrketên Tirkiyeyê ve hatine amadekirin.
 
MA - Hêvî Hesen