Şaxên ÎHD'ê: Cihêkarî li zarokan tê kirin

  • rojane
  • 14:54 19 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD'ê bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyanî dan. ÎHD diyar kir ku peymana mafê zarokan ji aliyê gelek dewletan ve hatiye qebûl kirin lê tevî 30 sal bi ser de derbas bûn jî cihêkariyên bi teşeyên cuda li zarokan tê kirin.

NNavenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi rasthatina 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ku di 1989'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) hat ragihandin, metnek hevpar ji şaxên xwe re şand û şaxên ÎHD'ê civînên çapemeniyê li dar xistin û têkildarî mafên zarokan daxuyanî dan. 
 
Di serî de şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih, Stenbol û gelek şaxên din daxuyaniya hevpar dan. Rêveberên Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD'ê beşdarî civînan bûn.
 
'MAFÊN ZAROKAN TÊN BINPÊKIRIN' 
 
ÎHD di daxuyaniya xwe de diyar kir ku peymana  mafên zarokan ji aliyê gelek dewletan ve hatiye qebûl kirin lê tiştên ev 30 sal e tên jiyîn bi teşeyên cuda zarok rastî cihêkariyê tên û wiha dibêje: “Pirsgirêkên tên jiyîn dibin sebebê îhlalên mafan ên zarokan. Ev jî pêş mijara dewletên alîgirên peyamê. Tirkiyê Peyman di sala 1990’an de destnîşan kir û di sala 1995’an de îlan kir. Bi vê yekê jî gelek zarok rastî gelek îhlalên mafan hatin û hêj jî tên. Ji bo îhlal neyên dubarekirin tiştên tên kirin ne tevgerkirinek micid e. Di van 30 salan de mirov dikare li ser van kiryaran bi gelek rûpelan îstatîstîka bidin. Leyla Aydemîr (4), Efe Boz (6), Valî El Suud (9), Ugur Kaymaz (12), Ceylan Onkol (12),  Ahmet Yildiz, Seyhan Dogan û Davût Altinkaynak ên 13 salî, Emîrhan Nas (14), Nedîm Akyon (16), Lutfullah Tacik (17) ên jiyana xwe dest dayî, gelek xwendekarên dibistana navîn û liseye, zarokên ku Ciwanên Manîsayî tên bi navkirin; zarokên ku girtîgehên Pozanti, Şakran, Sîncan û Maltepeyê rastî îşkence û tacîzê hatin û gelek zarokên keç û xort ên rastî tundiyên cuda hatin, ev tenê hinek ji îhlalên mafa ne.”
 
‘ÇARESERNEKIRINA PIRSGIRÊKA KURD KUŞTINA ZAROKAN ZÊDE DIKE’
 
ÎHD bal kişand ser çaresernekirina pirsgirêka kurd û girêdayî vê polîtîkayên tundiyê ên salên dawî û wiha domand: “16 zarokên ku ji ber maşîneyên leşkerî jiyana xwe ji dest dayî û zêdebûna kuştina zarokan a bi muhîmatên leşkeri vehameta rewşê dide nîşandan. Nûpelda ya 4 salî û Ayaz Guloglû yê 8 salî ji ber teqemeniyeke li ber derê mala wan jiyana xwe ji dest da, ev jî dide nîşandan ku zarokên li heremê di bin rîskê de ne.” 
 
ÎHD diyar kir ku ji ber destwerdana eskerî ya Tirkiyê di meha cotmehê de li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê da destpêkirin li herêmên sînor zarokên bi navê Emîne (12), Leyla (15), Elîf (11), Mazlûm (11) û Muhammed (9 mehî) di nav de 5 jê zarok 18 mirovan jiyana xwe ji dest dan. ÎHD di metnê de da zanîn ku li gor agahiyên ji Bakur û Rojhilatê Suriyê hatin Mohammad (11), Qaîs (15), Mihammed (13) di nav de herî kêm 3 zarokan jiyana xwe ji dest da û gelek zarok û mezin jî birîndar bûn.  ÎHD'ê destnîşan kir ku bi destwerdana eskerî gelek dibistanên li heremên sînor navber dan, nexweşxaneyan di dema krîzê de nikarbûn piştevaniya gelek kesan bike û ji ber kêmasiya tedbîrên ewlehiyê bi hezaran însanan malên xwe terk kirin.
 
‘PIRSGIRÊKÊN  PERWERDEHÎ Û SEPANÊN PIŞAFTINÊ DIDOMIN’
 
ÎHD bal kişand ser berdewamkirina pirsgirêkên perwedehî û sepanên pişaftinê û wiha berdewam kir: “Pirsgirêka kemasiyên gav avêtina “Perwerdehiya Zimanê Dayikê” hêj didomin. Sepanên Dersên Bi Zorê yên Dîn berdewam dikin. 743 zarok bi dayikên xwe ve bi komî 3 hezar zarok di girtîgehan de ne.  Ji ber ku TUÎK di sala 2012’an û vir ve îstatîstîkên zarokên karker parve nake feraseteke ku 'hejmar tune be, pirsgirêk jî tune ye!' derdikeve holê. Pirsgirêka sendîka bûyîna zarokan didome.”
 
‘ÎSTÎSMARKIRINA ZAYENDÎ TÊ MEŞRÛKIRIN’
 
İHD daxuyand ku îstîsmarkirina zayendî ya zarokan tê meşrûkirin û got: “Faîl tên parastin, pêşiya bi zewicîna bi emrê bicûk vekirinê tê meşrûkirin. Mafê zarokan ê bedenî tune tê hesibandin.” 
 
‘XALÊN PEYMANÊ BICIH B3ININ'
 
ÎHD bal kişand ser xalên nameya Mudirê Giştî yê UNICEF’ê û diyar kir ku mafên zarokan meseleya mirovî ye û gelemperiya dinyayê tê dîtin ku dewlet pêwistiya peymanê bi cih neanîne. ÎHD xalên Peymana Mafên Zarokên bi bîr dixe û xwest ji bo bicihanîna peymanê bila di demek nêzîk de tevger bike.