HDP'î Erbaş û Oba serbest berdan

  • rojane
  • 16:13 18 Cotmeh 2018
  • |
img
STENBOL - 7'emîn danişina doza Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê yê berê Dogan Erbaş û Kasim Oba jî di navde 12 siyasetmedaran hat dîtin. Di danişine de Erbaş û Oba hatin berdan. 
 
7'emîn Danişina  doza Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê yê berê Doğan Erbaş jî di navde 2 jê girtî 12 siyasetmedarên dihatin darizandin li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin. Di danişîna ku siyasetmedar bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" û "endamtiya rêxistinê" tên darizandin siyasetmedar Dogan Erbaş û Kasım Oba amade bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) ji tev li danişînê bûn. Disa lambatên siyasetmedaran û rêveberên HDP'ê yên Stenbolê li salonê amade bûn. 
 
Di danişînê de Erbaş, parastin kir û diyar kir ku di her danişînê de heyetek dadgehê tê guhertin û 22 salin girtî tên darizandin. Erbaş, anî ziman ku girtina wan êdî bûye înfaza wan û xwest êdî serbest bê berdan. Erbaş, anî ziman ku hevserokê partiyek siyasî ye û wekî partiyek muxalif, der barê geşedanên rojane de fikrên xwe parve kirine û ev yek ne sûc e. " Piştre Kasım Oba jî parastin kir û xwest serbest bê berdan. 
 
Parêzer Banu Guveren, ji parastin kir û anî ziman ku lêgerîna li avahiya HDP'ê ya Setnbolê li dijî hiqûqê ye û xwest muwekilê wê tev bên berdan. Prz Sinan Zincir jî parastin kir û xwest siyasetmedar bên berdan. 
 
Prz. Baran Dogan jî anî ziman ku îdîaname li dijî hiqûqê ye û anî ziman ku mafê parastinê hatiye îhlalkirin. 
 
Heyeta dadgehê piştî li parastinan guhdar kir der barê Erbaş û Oba de biryara berdanê da. Heyetê piştî Erbaş û Oba tahliye kir doz taloqî 14'ê Gulana 2019'an kir.