Jiyana di şert û mercên erdhejê de pirsgirêkên tenduristiyê zêde kirin

img
SEMSÛR - Hevserokê Şaxa SES a Semsûrê Îbrahîm Halîl Aydin, anî ziman ku ji ber xebatên înşeatê yên li Semsûrê û şert û mercên nebaş ên di konteynerên 21 metrekareyî de nexweşînên wekî yên singê, derûnî û nexweşînên jinan li nav mexdûrên erdhejê zêde bûne. 
 
Nêzîkî sê sal di ser erdheja 6'ê Sibata 2023'yan re ku navenda wê Mereş bû, derbas bûne. Lê birînên bajêr hîn jî baş nehatine cebirandin. Jiyana ku di konteynerên 21 metrekareyî de, wêranî û înşeat bandoreke neyînî li ser tenduristiya mexdûrên erdhejê dike. Li gorî raporek ku ji hêla Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) ve di meha 30'emîn a erdhejê de hat amadekirin, gelek xizmetên giştî, nemaze jî tenduristî, hîn jî kêm in. Li gorî raporê, mexdûrên erdhejê neçar dimînin ku koçî xaniyên neqediyayî û konteynerên navendî yên li Îpeklî K2'ym ne bibin ku tim ceryan û ava wê qut dibe. Li gorî raporê, li tekane nexweşxaneya giştî ya bajêr, kêmasiya bijîşk û karmendên tenduristiyê heye û pirsgirêkên tenduristiyê zêde dibin. Rapor, balê dikişîne ser kêmbûna xurekê li zarokan, tundiya li ser penaberan û komên marjînalîzekirî, tundî û tacîza li jin û zarokan û zêdebûna hejmara cinayetên karî. 
 
Hevserokê Şaxê Sendîkaya Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) a Semsûrê Îbrahîm Halîl Aydin, der barê pirsgirêkên ku di raporê de hatine destnîşankirin de, diyar kir ku tevî ku 31 meh di ser erdhejê re derbas bûne jî, pirsgirêk hîn jî çareser nebûne û bi taybetî pirsgirêkên tenduristiyê berdewam dikin. Aydin bal kişand ser zêdebûna nexweşiyên pişik û nefesê yên wekî astim û bronşîtê û got: "Li bajêr hîn jî mirov di konteyneran de dijîn. Ji ber ku hê xaniyên welatiyan radestî wan nehatine kirin, jiyan di konteynerên 21 metrekareyî de didome. Jiyana di avahiyên konteynerî yên 21 metrekareyî de nadome. Li van deran nexweşiyên vegirtî zêde dibin."
 
'ÎNŞEAT Û WÊRANÎ'
 
Aydin, destnîşan kir ku li her derê bajêr avahî û hilweşandin pêk tên û got: "Avakirina bi erdhejê re bandoreke cidî li ser tenduristiya derûnî ya mirovan dike. Ew neçar in ku bi berdewamî bi bermahiyên erdhejê re rû bi rû bimînin. Hejmara nexweşên ku li klînîkên nexweşiyên sîngê tên razandin zêde bûye û digel vê, hejmara nexweşên li beşa nexweşiyên sîngê jî zêde bûye."
 
'NEXWEŞÎNÊN JINAN ZÊDE BÛNE'
 
Aydin destnîşan kir ku piştî erdhejê herî zêde jin ji pirsgirêkên ku derketine holê bandor bûne û ji ber şert û mercên paqijiyê yên nebaş li herêma erdhejê nexweşiyên jinan zêde bûne. Aydin got: "Di 21 metrekareyî de paqijî çawa dikare bê bidestxistin? Malbatek ji pênc kesan pêkhatî di odeyeke biçûk de dijî. Li wir firaqan dişon û xwarinê dixwin. Ger hewakirin di odeyekê de nebaş be, mirov dê bi berdewamî nefesê hev bikşînin."
 
REWŞA DERÛNÎ
 
Aydin, diyar kir ku welatiyên ku li bajarê konteyneran dijîn jî zehmetiyên derûnî dikişînin û got: "Rewşa derûnî ya mirovekî çawa dikare di 21 metrekareyî de baş be? Li konteyniran mahremiyet tune ye. Ewlehî, paqijî û deverên taybet ji bo zarokan tune ne. Ger ji konteynerên cîran dengek bê yan tundûtûjiyek çêbibe, malbatên din, bi taybetî zarok, bandor dibin. Dema ku şert û mercên erdhejê tên hesibandin, kon an konteynir girîng bûn, lê ev pêvajo 31 mehan dirêj bû, ev pirsgirêkeke cidî ye." 
 
Aydin, anî ziman ku Navendên Tenduristiya Malbatê (ASM) kêm in û li şûna yên ku di erdhejê de wêran bûne an jî zirar dîtine nehatiye dagirtin. 
 
MA / Sema Bîngol