Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan

img

ANTALYA - Mehmet Durak ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Doşemealtiyê aihat ragirtin û 30 sal bû girtî, hate berdan. Durak, ji hêla TUAY-DER’ê û xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin. 

 
Mehmet Durak ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Doşemealtiyê ya Antalyayê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de, hate berdan. Durak, di sala 1995’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hate binçavkirin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbedê da Duraki. Durak, piştî 30 salan ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Doşemealtiyê hate berdan. Durak, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Antalyayê (TUAY-DER) ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin. 
 
Durak, ji bo biçe cem malbata xwe ber bi Edeneyê ve bi rê ket.