KATDER'ê kongreya xwe pêk anî

img
RIHA - Kesên tevlî kongreya KATDER'ê bûn piştgiriya xwe ya ji bo pêngavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman, bang li dewletê kirin ku gav biavêje. 
 
Komeleya Piştgirî û Çanda Piştevaniyê ya bi Malbatên ku hezkiriyên xwe li Axên Kevnare winda kirine (KATDER) 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya li avahiya Baroya Rihayê pêk anî. Di kongreyê de parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Rihayê Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, beşdarên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek kes amade bûn. Li salona ku kongre lê hat lidarxistin, wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK'ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan û her wiha wêneyê ku di dema banga dîrokî ya Abdullah Ocalan de di 27'ê Sibatê de hat ragihandin û li gel pankarta "Em bi malbatên xwe re di bin rêgeza civaka demokratîk de xwe bi rêxistin dikin" hatin daliqandin.
 
Beriya kongreyê, li ber wêneyên Kaytan û Altûn ji aliyê Dayikên Aştiyê ve mûm hatin vêxistin. Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û di kongreyê de hevseroka komeleyê Fatma Akbaş spasiya beşdaran kir. Hevserokê din ê komeleyê Ramazan Demîr wiha axivî: "Meha Gulanê meha şehîdan e. Em ji şehîdê xwe yê destpêkê Hakî Karer heta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin. Em bi saya têkoşîna ku dane hatine vê derê." 
 
Piştre jî ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane sînevîzyon hate pêşandan.
 
‘BILA DAYIK NEGIRÎN’
 
Di kongreyê de Dayika Aştiyê Adalet Çay axivî û diyar kir ku ew dixwazin xwîn raweste û êdî dayik negirîn û wiha got: “Em heta dawiyê li pişt Rêbertî disekinin. PKK'ê kongreyek li dar xist. Niha dora Tirkiyeyê ye. Em ji bo aştiyê xwe digihînin hev. Divê her kes ji hev hez bike. Em dikarin vî barî bi hev re hilgirin. Ev bar ne tenê barê Rêbertî ye, barê me hemûyan e. Bê Rêbertî jiyan nabe.”
 
 
'EM BAWERIYA XWE BI BIRÊZ OCALAN TÎNIN' 
 
Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê Rihayê Mahmût Manas banga Abdullah Ocalan a di 27 'ê Sibatê de kir bibîr xist û ji dewletê xwest ku gav biavêje. Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê ya Rihayê Ferît Şenyaşar bi bîranîna endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder,   dest bi axaftina xwe kir û got, "Fedekariyên mezin hatin kirin. Me aştiyeke bi rûmet xwest û hê jî dixwazin. Gel baweriya xwe bi Birêz Ocalan tînin."
 
'DIVÊ KURD BÊN BIRÊXISTINKIRIN' 
 
Herî dawî endamê DEM Partiyê Omer Ocalan axivî û wiha got: "Zarokên herî bedew ên vî gelî ji bo azadiyê canê xwe feda kirin. Mezinkirina vê têkoşînê wezîfeya me ye. Rêber Ocalan ji bo aştiyê gaveke dîrokî avêt. Ji bo yên dibêjin, 'Em ji jiyanê hez dikin ku ji bo wê bimirin, em ji jiyanê hez dikin' Rêbertî gavekê bi pêş ve dibe. Em ê bifikirin bê ka em ê çawa bibin layiqî fedakariyên ku her roj têne kirin. 27'ê Sibatê gaveke mezin bû, ev bang ji bo Aştî û Civaka Demokratîk girîng e. Divê Kurd bên birêxistinkirin. Her kes dizane ku Kurd gelekî bindest û demokrat e. Ji sala 1993 'an û vir ve ji bo aştiyeke bi rûmet gav hatin avêtin. Kurd ji aştiyê hez dikin, ne ji şer; ew ji jiyanê hez dikin. Divê em dengê Birêz Ocalan li her derê bidin bihîstin. Ji bo bidestxistina siyaseta demokratîk, divê em ji ya xwe bêhtir bikin. Em ê hewl bidin bibin layiqî mîrateya ji me re hatiye hiştin. Em ê paradîgmaya Birêz Ocalan li her derê rave bikin. Em ê ji her tiştî re amade bin.”
 
Piştî axaftinan raporên malî hatin xwendin. Di hilbijartinên ku bi yek lîsteyê pêk hatin de Erhan Akyilmaz û Makbule Yavuzer wek hevserokên nû yên komeleyê hatin hilbijartin. Kongre bi pîrozkirina rêveberiya nû bi dawî bû.