NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya vê hefteyê de bi manşeta “Em ji hêza xwe bawerin” gihişt ber destê xwînerên xwe.
Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 279’emîn de bi manşeta “Em ji hêza xwe bawerin” derket. Rojnameyê, di manşeta xwe ya vê hefteyê de cih da hevpeyvîna bi fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed. Newroz Ehmed, di hevpeyvînê de geşedanên li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dinirxîne û dibêje; “Em ê hikûmeteke ku vîna gel tune dihesibîne qebûl nakin. Em ji hêza xwe bawerin.”
Di hejmara vê hefteyê de nivîskar Bêrîtan Behram Xalid heta Adar Jiyan û Felemez Ûlug, gelek nivîskaran bi nivîsên xwe geşedanên li welat û derveyî welat, ziman, çandî, jin û hunerî bi hûr û kûr vegotine.