Koçer xwe ji bo rêwîtiya zozanan amade dikin

ŞIRNEX - Koçerên li quntarê Çiyayê Gabarê, ji ber ku îsal barîn kêm bûn, îsal dereng derdikevin rêwîtiya zozanan. Koçer, ji ber qedexeyan bi gilî û gazinc in. 

Bi germbûna hewayî re amadekariyên koçeran ên ji bo zozanan jî dest pê kirin. Koçerên li gundê Kanîreşê yê navçeya Hezex a Şirnexê dimînin ku li quntarê Çiyayê Gabarê ye, ji bo çûna zozanan heke gotin di cih de be rojan dijmêrin. Ji ber ku îsal barîn kêm bûn, koçerên her sal heta niha diçûn zozanan, îsal çendek hefteyan dereng derdikevin vê rêwîtiya xwe. 
 
NEBARÎNA BARANAN Û QEDEXE 
 
Ji koçeran Leyla Geçît, diyar kir ku 5-6 meh in li gundê Kanîreşê ne û dê di demekî nêz de biçin zozanan. Leyla Geçît, got: “Îsal barîn kêm bûn lewma gîha şîn nebûn û pezê me zehmetî kişand. Em her sal di serê meha Nîsanê de diçûn lê îsal ji ber baran kêm bûn, em li benda şînbûna axê man. Êdî şîn nebe jî divê em biçin.” 
 
Bi domdarî Leyla Geçît anî ziman ku koçertî her sal zehmettir dibe û wiha pê de çû: “Di demên berê de me ewqas zehmetî nedikişand. Derfetên niha zêdetirin lê em bêhtir zehmetiyan dikişînin. Em ne cih dibînin ne jî zozanan. Zozanan pir biha didin kirêyê. Keda me tevek ji bo vê kirêyê diçe. Her der qedexe ye lewma em nizanin dê konên xwe li ku vegirin. Her cihê em gava xwe diavêjinê, dibêjin qedexe ye. Em mehekê di rêyan de dimînin. Carnan diçin aliyê Wanê. Tevî van zehmetiyan jî em koçeriyê didomînin.” 
 
'JIN BÊHTIR DIWESTIN’
 
Hayriye Geçît jî got ku rêwîtiyeke zehmet a ber bi zozanan ve li benda wan e û ev tişt anî ziman: “Di vê rêwîtiyê de herî zêde em jin diwestin. Ji ber ku hem zarok li pişta me ne hem jî em pezî didoşin. Lê tevî van zehmetiyan jî em ji koçeriyê hez dikin. Me ji niha ve dest bi amadekariyên xwe kiriye. Hefteyek piştre em ê biçin zozanan. Em her tim diçin aliyê Wanê, ev jî ji bo me gelek zehmet e. Em ê îsal jî biçin wan aliyan û heta payîzê li wir bimînin. Dê piştre dîsa vegerin vê derê.” 
 
'EM ÊDÎ NIKARIN AJALKARIYÊ BIKIN’ 
 
Koçerê bi navê Saît Geçît jî ji ber nebarîna berf û baranan bi gilî û gazinc bû. Geçît, got: “Êdî tu tehma koçeriyê nemaye. Ji ber ku her der hatiye xespkirin, her tişt bûye pere. Xwediyên axê her gava em diavêjinê pereyan dixwazin. Ji ber vê sedemê jî em êdî nikarin heywanan xwedî bikin. Di demên berê de ji bo ajalkariyê piştgirî hebû lê êdî nayê kirin. Lewma hêdî hêdî xelas dibe. Em jî ji bilî vî karî tu karên din nizanin. Me amadekariyên xwe temam kirine, li benda çûyînê ne.” 
 
MA / Zeynep Durgut