Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin

RIHA - Serlêdanên ji bo 2’yemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin. Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Sînan Halat banga tevlibûna pêşbirkê kir.

Serlêdanên ji bo 2’yemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Rihayê li dar dixe, dest pê kirin. Pêşbirk, bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Kirmanckî tê lidarxistin. Ji hêla naverokê ve tu sînorkirin tune ne û biryar hat dayin ku hejmara rûpelan herî zêde 10 rûpel bin. Serlêdan dê heta 1’ê Gulanê bidomin û berhemên tev li pêşbirkê bûn dê di pirtûkekê de bên komkirin. Encama pêşbirkê jî dê di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bê eşkerekirin. Divê berhemên ji pêşbirkê re hatine şandin, beriya niha li tu cihan nehatibin weşandin. 
 
JURIYA PÊŞBIRKÊ 
 
Juriya berhemên bi Kurmancî Haşîm Yetîm, Mehmet Yildiz û Abdurrezzak Dag û ya Kirmanckî jî Sefer Bakçî, Şahîn Kukçu û Kafur Seçîlmek e. Hewceye kesên tev li pêşbirkê dibin agahiyên xwe yên şexsî û berhema xwe weke metna nivîsê ji navnîşana urfaegitimsen@hotmail.com re bişînin. Dê di pêşbirkê de kesên bûne yekemîn, duyemîn û sêyemîn bên xelatkirin. 
 
BANGA TEVLIBÛNÊ
 
Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Sînan Halat banga tevlibûna pêşbirkê kir û got: “Huseyîn, mamoste, nivîskar û rojnameger bû. Dema bi nûçeyên xwe heqîqet derdixist holê hate qetilkirin. Me jî ji bo bîranîna wî par pêşbirka çîrokan da destpêkirin û me îsal jî domand. Çîrokên par ji pêşbirkê re hatin şandin me di bin navê ‘Çîrokên Pêşbirka Hûseyîn Denîz’ weke pirtûk çap kirin. Di pirtûkê de bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî 16 berhem hene. Par 57 berhem ji pêşbirkê re hatibûn şandin. Em li bendê ne ku îsal tevlibûn zêdetir be. Em ê îsal jî ji wan berheman pirtûkekê amade bikin.” 
 
GIRÎNGIYA ZIMANÊ DAYIKÊ
 
Halat, diyar kir ku ji bo Egîtîm Senê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî jênevegere û got: “Ziman, nîşaneya hebûna mirov e. Em jî dibêjin divê her kes bi zimanê xwe mezin bibe û perwerde bibe. Em di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de pêşbirka çîrokan didin destpêkirin. Em ê di 21’ê Sibatê de gelek çalakiyan li dar bixin. Weke Egîtîm Senê em dersa hilbijartî ya Kurdî kêm dibînin. Divê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê. Xebatên me yên ji bo vê daxwazê dê bidomin.” Halat, banga tevlibûna pêşbirkê kir. 
 
HUSEYÎN DENÎZ KÎ YE? 
 
Huseyîn Denîz nûçegihanê Ozgur Gundemê û nivîskar bû. Di 9’ê Tebaxa 1992’yan de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hate qetilkirin. Biraziyê Apê Mûsa (Mûsa Anter) bû û demekî dirêj li Sêwereg û Nisêbînê mamostetî kir. Di derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de 3 salan li Zindana Amedê ma. Di van salan de Denîz xebatên li ser ziman û folklora Kurdî meşand û piştre jî ev xebat domand. Di sala 1991’ê de pirtûka “Gotinên Pêşiyên Kurdan” ku ji gotinên pêşiyan ên Kurdan pêk dihat çap kir. Denîz ku endamê PEN a Yekitiya Nivîskaran a Navneteweyî bû. Beriya rojnameya Ozgur Gundemê, nivîsên Denîz di rojnameyên weke Yenî Ulke, Cumhuriyet, 2000'e Dogru û Welat jî di nav de di gelek rojname û kovaran de hatin weşandin. Rojnameya Ozgur Gundemê di 31’ê Gulana 1992’yan de dest bi weşanê kir û Denîz jî weke nûçegihanê wê yê Serêkaniyê dest bi xebatê kir. Denîz, ji bo rûpelê forumê yê rojnameyê nivîs nivîsand. Di 9’ê Tebaxa 1992’yan de li kolaneke navçeyê rastî êrişeke çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. Rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û li gorî îdiayê ji ber ku mudaxileya pêwîst nehat kirin, ber bi Amedê ve birin. Lê belê Denîz, beriya bigihije Amedê di 10’ê Tebaxê de di rê de jiyana xwe ji dest da. Bi ser qetilkirina Denîz re 33 sal derbas bûn lê hêj jî hezkiriyên Denîz wî li ser gora wî bi bîr tînin. 
 
MA / Emrullah Acar