OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in

img
STENBOL - OHD’ê û Dev Yapi-Îş’ê aşkere kir ku kardêr û rêveberiya herêmî yên tedbîrên pêwîst negirtin, ji şewata ku 29 karkeran jiyana xwe ji dest dan berpirsyar in. 
 
Komîsyona Kedê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Sendîkaya Avahiya Şoreşker, Karkerên Înşaet û Rê (Dev Yapi-Îş) der barê şewata li kûluba şevê ya bi navê “Masguerade” ya li Gayrettepe ya Beşîktaşê derketî û 29 karkeran jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyek dan. Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan tev li daxuyaniya li avahiya Şaxa OHD’ê ya Stenbolê hate dayîn bûn. 
 
‘DI ENCAMA XEMSARIYÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAN’ 
 
Endamê Komîsyona Kedê yê OHD’ê Siyabend Dûnlayici, anî ziman ku karker di encama xemsariyê de jiyana xwe ji dest dan. Dûnlayici destnîşan kir ku karesata pêk hatî “cînayet e”. Dûnlayici, bal kişand ser lêkolînên piştî karesatê hatine kirin û wiha got: “Li kargeha ku komkujî lê çêbû, ji sala 2016’an ve rapora agirkujiyê nehatiye wergirtin, nûkirina ruhsetê jî di sala 2018’an de hatiye kirin û piştî wê dîrokê têkildarî ruhsetê qet kontrolkirin nehatine kirin. Xemsariya li cihê kar, newergirtina bergiriyên ewlehiyê û tenduristiya karkeran, ne kêmasiyên biçûk in û rê li ber vê komkujiya mezin vekiriye.”
 
‘CANÊ KARKERAN TUNE HATE HESIBANDIN’  
 
Dûnlayici, bi lêv kir ku ji ber nekontrolkirina kardêr û rêveberiya herêmî karesateke wiha pêk hatiye û wiha berdewam kir: “Li ber çavê şaredariyê, zabiteyan û herkesê bêyî ku tu qanûnan bi cih bînin li dijî qanûnê tamîrkirin pêk hatiye. Dema em li tamîrkirinê dinêrin rewşên xetertir tên dîtin. Hêrsa qezenckirin û pere ya kardêr, nekontrolkirina desthilatê û rêveberiya herêmî dema dibin yek mixabin dîmenekî tirsnak derdikeve holê. Bêyî tedbîr bên girtin tamîrkirin pêk hatiye û canê karkeran tune hatiye hesibandin.”
 
‘EM Ê ŞOPDARÊ WÊ BIN’ 
 
Dûnlayici, bi bîr xist ku desthilat komkujiyên karkeran ên çêdibin weke “qeder” penase dike û got: “Me di vê bûyerê de jî dît ku kesên berpisyariya wan hene nayên axaftin, nayên darizandin û hesab nadin. Ji bo herkesên di vê komkujiyê de para wan heye bên darizandin em ê bibin şopdarên pêvajoya hiqûqî. Heta ku her kesên berpirsyar bên darizandin, hesab bê pirsîn û feraseta serdest a ku kuştinên kar weke qedera karkeran dibîne bê mehkûmkirin, em ê têkoşînê bidomînin.”