‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’

  • rojane
  • 13:54 24 Nîsan 2024
  • |
STENBOL - 9 rojnamevan duh bi operasyoneke ku navenda wê Stenbol hatin binçavkirin. Hempîşeyên wan ên xwestin hevalên wan bên berdan bang kirin ku piştevanî were mezinkirin. 
 
 
Di serdegirtinên malan ên duh li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad li Stenbol, Enqere û Rihayê hatin kirin de rojnamevan Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan, Enes Sezgîn, Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş, Dogan Kaynak û Erdogan Alayumat hatin binçavkirin. Bertekên li dijî binçavkirina rojnamevanan didomin. 
 
Rojnamevanan bertek nîşanî rewşê dan û xwestin hempîşeyên wan demildest bên berdan. 
 
‘EM LI CEM HEVALÊN XWE NE’ 
 
Nûçegihana Gazete Patîkayê Yadîgar Aygun diyar kir ku dema desthilata AKP’ê û MHP’ê li dijî civakê zextekê bike hedefa wan a ewil dibe çapameniya kurd û wiha got: “Li dijî rojnamevanên kurd operasyon tên lidarxistin, hevalên me bi awayekî neheq û bêhiqûqî tên binçavkirin. Dîsa îro bi heman awayî ji Yenî Yaşamê, Ajansa Mezopotamyayê hempîşeyên me hatin binçavkirin. Em ê li dijî van êrişan li cem hempîşeyên xwe bin û em ê parastina çapemeniya kurd, gelê kurd bidomînin.”
 
‘DIVÊ EM PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN’ 
 
Aygun, destnîşan kir ku desthilata AKP’ê bi binçavkirina rojnamevanan mafê agahî wergirtinê asteng dike û wiha berdewam kir: “Em ê bi hevalên xwe re li dijî van neheqiyan li ber xwe bidin. Divê rojnamevan vê piştevaniyê mezin bikin. Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin.”
 
‘DIVÊ EM BI AWAYEKÎ HEVPAR TÊBIKOŞIN’ 
 
Aygun, bal kişand ku operasyona li dijî çapemeniya kurd hatiye kirin sibê dê li dijî saziyên cuda yên çapemeniyê jî bên kirin û wiha got: “Ji bo mafê agahî wergirtinê, azadiya îfade û çapemeniyê; divê li dijî operasyonên li dijî me bi hev re têkoşîneke bi hev re bimeşînin. Divê em bi hempîşeyên xwe re vê têxin meriyetê. Divê hemû rêxistinên pîşeyî, yên rojnamevanan, rojnamevan, gel, sendîka, rêxistinên kedê li cem çapemeniyê bin û bi çapemeniyê re mafê agahî wergirtinê biparêzin.”
 
‘EM ŞAHIDÊ ROJNAMEVANIYA WAN IN’ 
 
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) Dîlan Şîmşek bi lêv kir ku piştî Roja Rojnamevanên Kurd rojnamevan hatin binçavkirin, vê yekê helwesta êrişkar a desthilata AKP’ê û MHP’ê careke din raxist li ber çavan û wiha got: “Em yek bi yek şahidê rojnamevaniya hemû hempîşeyên xwe ne. Em dizanin ku armanca van êrişan ne hevalên me bi xwe ne. Ya ku li vir tê hedefgirtin kevneşopiya Çapemeniya Azad a tiştên gelê kurd dijî û heqîqetan radixe ber çavan e. Zilma li wan tê kirin xespkirina mafê nûçegirtinê yê gel e. Pênûs, mîkrofon û kameraya hevalên me emanetî me ye. Tu binçavkirin nikare me ji lêgerîna heqîqetê û nivîsînê dûr bixîne. Dostên me, hempîşeyên me, rojnamevanên kurd demildest berdin.”
 
‘DIXWAZIN ISRARA DI ROJNAMEVANIYÊ DE BÊ TEPISANDIN’ 
 
Nûçegihanê Dokûz8 Haberê Fatoş Erdogan jî wiha got: “Duh rojnamevanên kurd bi serdegirtina malan hatin binçavkirin. Rojnamevanên kurd dema xebatên xwe yên pîşeyî didomandin, bi hinceta ‘lêpirsîna’ ku bûye sîstematîk hatin binçavkirin. Rojnamevanên ku ji bo saziyên çapemeniya Kurd dixebitin dev ji lêgerîna heqîqetê bernadin û israra wan a rojnamegeriyê bi binçavkirin û girtinan tê tepisandin.”