Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin

  • rojane
  • 12:09 23 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Baroya Amedê serî li Wezareta Çand û Turîzmê da ku Zindana Amedê bibe muze. Wezaretê bersiv da serlêdanê û bersiva, “Desteya Şêwirê” wê bê avakirin da. 
 
Baroya Amedê têkildarî Zindana Amedê ya Jimara 5’an ku piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’yî bû navenda îşkenceyê û biryargeha leşkerî, xwest veguherînin muzeyê di 21’ê tebaxê de serî li Wezareta Çand û Turîzmê da. Baroyê di serlêdanê de xwest têkildarî “Çêkirina Projeyên Muze û Qada Çandê ya Girtîgeha Amedê ya Tîpa E’yê” agahî werbigire. Wezaretê bersiva, “Desteya Şêwirê” da serlêdan baroyê. 
 
XEBAT DIDOMIN 
 
Wezareta Çandê û Turîzmê di bersiva xwe de gotiye ku xebatên avakirina ‘Desteya Şêwirê’ ya li ser girtîgehê berdewam dike û piştî kar û barên li ser meseleya navborî temam bibin dê agahî belav bikin. 
 
HAFIZEYA CIVAKÎ YA KURDAN 
 
Baroya Amedê têkidlarî bersiva wezaretê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û bal dikişîne ser îşkenceya li wê heyamê li girtîgehê hatiye kirin û Zindana Amedê ji bo bibe navenda hafizeya civakî ya kurdan xwedî ciheî taybet e. Baroya Amedê destnîşan kir ku divê mexdûrên Zindana Amedê daxilî pêvajoya veguherandina girtîgehê bên kirin.