Dayik: Kurê min ji gorê derxistin birin ku?

  • rojane
  • 09:17 25 Nîsan 2018
  • |
img

STENBOL - Dayika Halîs Yildirim Belkîze Yildirim, diyar kir ku piştî cenazeyê kurê wê ji goristana Xerzanê derxistine nizane cenazeyê kurê wê li ku ye û ji ber rewşa cenazeyê kurê wê ne diyar e 5 mehin nizane sax e an miriye û got: "Şev û rojên min tev li hev bûne. Kurê min her dem tê xewnên şevê min." 

Leşkeran bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê di Kanûna 2017'an de li Goristana Xerzan a Oleka Jor ya Navçeya Tetwanê 267 cenaze ji goristanê derxistin. Piştî cenaze ji goristanan derxistin, hestiyên wan birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Li ser bertek û nerazîbûna malbatan rayedaran diyar kirin ku cenaze birine saziya tipa Edlî ya Stenbolê. Heta niha ji 267 cenazeyan tenê 2 cenaze teslîmî malbatan kirin. Tevî ku malbatan 5 mehin serî li serdosgeriyê daye jî tu encam bi dest nexistine. Yek ji malbatên ku 5 meh berê serî li dosgeriyê dan û 5 mehin li benda cena ne, malbata Yildirim e. Dayika Halîs Yildirim Belkıze Yildirim, ji bo cenazeyê kurê xwe Halîs bistîne serî li rayedaran da, lê 5 mehin tu bersîv negirtiye. 
 
EV NE KARÊ MISILMANIYÊ YE 
 
Yildirim bertek nîşani helwesta hikûmet  û rayedaran da û wiha got: "Kêliyên gorên zarokên me şikandin û cenaze derxistin. Dema ez çûm ser goristanê hemû kevirên goran şikandibûn û cenaze derxistibûn. Yên îro dibêjin 'Em misilman in' em vê misilmantiya wan qebûl nakin. Yên misilman nakeve nava hewldana tunekirina cenazeyan." 
 
'DOZGER EMRÊ ME YÊ HEYÎ XELAS KIR' 
 
Yildirim, anî ziman ku ew hestiyê kurê xwe dixwaze û wiha axivî: “20 salin kurê min tune. Xaniyê min bi serê min de hilweşiya ye. 5 mehin hestiyê kurê min di destê wan de ye. Yek dibêjin 'Werin Enqere' yek dibêje 'Werin Riha' yek dibêje 'Werin Stenbolê. Em hatin Stenbolê. Piştre em çûn Bedlisê me cenazeyê kurê xwe xwest. Dozger got  'Hûn çima hatine vir. Heta ku ez bi telefonê li we negerim neyên vir'. Ma em dê heta kengî li benda wan bin ku li me bigerin? Ew kîne ku zarokên me ji gorên wan derdixin û dibin. Ew ji hestiyê zarokên me ditirsin. 5 mehin ez sax im an mirî me nizanim. Şev û rojên min tev li hev bûne. Kurê min ji gorê derxistin birin ku? Çi kirin ji cenazeyên me? Her dem kurê min tê xewna min." 
 
'YÊN HESTIYAN JI GORÊ DERXIN NABIN MIROV' 
 
Belkize Yildirim, anî ziman ku yên cenazeyan ji gorê derxin ew nabin mirov û wiha bi dawî kir: “Erdogan ji hestiyê zarokên me ditirsin. Ti mislimantiya Erdogan tune ye. Ez vê misilmaniya wî qebûl nakim. Em kurd in. Me tune bikin jî em dîsa kurd in. Niha hestiyê kurê min ji gorê derxistin û wan tune bikin jî dîsa em kurdin. Em her dem li pişt zarokên xwe ne. Me qetil bikin jî em dest ji doza xwe bernadin. "
 
'ZAROKÊN ME LI DIJÎ DAÎŞÊ ŞER KIRIN' 
 
Yek ji 267 cenazeyên ku ji Goristana Xerzan derxistin jî cenazeyê Abdulhamit Doner e. Bavê Abdulhamît Doner Şebab Doner, diyar kir ku kurê wî li Kobanê li dijî şerê DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Kurê min li Kobanê li dijî DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da. Dema min cenazeyê wî anî destûr dan ku ez li Xerzanê defin bikim. Dema min bihîst ku goristan xera kirine min serî li Şaxa ÎHD'ê da. Ji bo em cenazeyên xwe bistînin me daxwazname da. 5 mehin em li benda cenazeyê kurê xwe ne. Me daxwazname da dozgeriyê, lê daxwazname ya me hat redkirin. Malbatên ku daxwazname dan jî diyar kirin ku dê testa DNA û xwînê bikin û piştre cenazeyan bidin. Lê hêj tu bersîv nedane malbatan."