Bi merçeka Jineolojî Efrin (5)
‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye'

  • jin
  • 09:26 25 Sibat 2018
  • |
img

EFRÎN – Şopên Hurrî, Hîtît, Roma, Bîzans û Osmaniyan ên li ser axa  Efrînê xuya dibin, nîşan dide ku şaristaniyên dewletî her serdemê êrîşî vê axê kirine. Lê di milê civakîbûnê de bawerî, rituel, sembol, çîrok û teknîkên neolitik nîşan didin ku Efrînê tevî hemû êrîşan cewherê xwe parastiye û heta îro hatiye. Cewher û ruyê dîrokî û civakî yê berxwedana Efrînê xwe dispêrê, îspat dike ku serdema şaristaniya demokratîk, serdema şaristaniya jinê ye. 

 
Efrîn, ji hemû jinên cîhanê re bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyama “Ji bo Efrîn rabin ser piyan" dide. Ev peyam di vê wateyê de pir girîng e. Efrîn niha bi dirûşmeya “Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye" bang li hemû jinên cîhanê dike. Efrîn, bi berxwedana xwe, deşîfre dike ku agahiyên di hafizaya şaristaniya dewletî de cih digire, dijminê jinê ye. Efrîn ku di nava xwe de gelek daneyên rûyê civakî û dirokî yên xwe dispêre şaristaniya demokratîk, diparêze, 37 rojin li dijî duyemin arteşa mezin a NATO, berxwedanek bêhempa nişan dide. Efrîn, di şexsê Avesta Xabûr û Barîn Kobanê yên pêşengiya vê berxwedanê kirin de, îspat kir ku bajarê Jinê ye û dê wekî bajarê jinê bê bibîranîn. Ev yek ne tesadufî ye. Avesta Xabûr û Barîn Kobanê jî, wekî Arîn Mîrkan a nav li Berxwedana Kobanê kir, hem bûn navên sembol û remz. Hem jî manifestoya berxwedanê nivîsandin. Bi vê çalakiya xwe ev berxwedan ji hemû cîhanê re vegot. 
 
Gelê Efrînê nîşanî cîhanê da ku şerê li vir tê meşandin şerê navbera paradîgmayan e. Girînge ku mirov vî şerê pergalan a bi rêbaza gelê Efrînê kodên dirokî û civakî ji rastiya rêbaza jinê girtiye bi wate bike. 
 
Li ser vê xetê, heqîqeta bi berxwedana Efrîne derketiye holê, nîşan dide ku Bajarê Efrînê bajarê jinê ye. Analîzên civakî yên di şexsê Efrînê de tên kirin, Ji bo Şoreşa Rojava ku wekî Şoreşa Jinê jî tê zanîn rast bê kirin rê û rêbazê nîşani me dide. Ji bo em civakê fam bikin, berxwedana ku xwe dispêre kodên civakî û dîrokê, rêbaza ku dîrok "Di îro de veşarî ye" xurt dike. Ji ber vê yekê ji îro de hemû şaristaniyên demokratîk piştgiriyê dide berxwedana Efrînê. 
 
Dîsa berxwedana Efrînê hem ji bo kurdan hem ji bo ji bo yekîtiya neteweyî girîng e. Bi vê berxwedane deriyê xwe li yekîtiya neteweyî vedike. Dîsa ev berxwedan vîna civakê bi cîhanê dide naskirin. Nîşan dide ku vîna civakê ji hêza duyemîn a cîhanê xurttir e. Efrîn ku şopa jin, bawerî, mezhep û gelên cuda di nava xwe de vedihewîne, di vê wateyê de ji bo hêzên şaristaniyên demokratîk dibe hêz û heviyek mezin. 
 
ÎSPAT KIR KU DIKARE BI BERXWEDANÊ CEWHERÊ XWE BIPARÊZE
 
Li Efrîna ku bandora çanda neolotîk hêj lê zindî ye û xwedi dîroka hezaran salan e; hişmendiya berxwedanê, hezkirina axê, heza welatparêziyê, vîna cewherî, rêxistinbûn bi rêbazên têkoşîn û estetîk jîn dibe û bi ruh dibe. Ev berxwedan nûnertiya rastiya rêgezên bîrdoziya azadiya jinê ku kêlî bi kêlî dixe meriyetê û jîndar dike ye. Erdnîgariya Efrînê kodên vê berxwedanê li ser xwe dipareze. Zêdebûna Şikeftan, çiyayên bilind, warên dirokî, heza dîroka jinê nîşan dide. Dîsa Wateya ku di navê gundan de hatiye veşartin, teknikên neolitik, warên dirokî yên xam, li benda lêklînê ye. Şopên Hurrî, Hîtît, Roma, Bîzans û Osmaniyan ên li ser axa  Efrînê xuya dibin, nîşan dide ku şaristaniyên dewletî her sendemê êrîşî vê axê kirine. Lê di milê civakîbûnê de bawerî, rituel, sembol, çîrok û teknîkên neolitik nîşan didin ku Efrînê tevî hemû êrîşan cewherê xwe parastiye û heta îro hatiye. 
 
ÊRÎŞA LI DIJÎ EYN DARA PÊK HAT DAXWAZA TUNEKIRINA DÎROKA JINÊ YE
 
Stargeha Eyn dara ku dîroka wê heta 3 hezar sal berê dirêj dibe, di 26'ê Çile de rastî êrîşa bombeyî ya TSK’ê hat. Pir aşkere ye bi vê yekê xwestin berhem û çanda jinê tune bikin. li van girên ku peykerên Îştarê heye, disa peykerên şêran jî lê heye. Dîsa li jêra gir jî gelek peykerên din jî hene. 
 
WARÊ BAWERÎ Û GELAN
 
Li hemû warên dîroki yên Efrînê şop û remzên Êzidîyatiye heye. Dîsa şopa kevneşopiyên wan hene. Li warên dîrokî yên Çil Kanî, Çilxane, Çilmêra, vê rastiyê îspat dike. Wateya Çil pêvajoya "Hebûnê" vedibêje. Ev jî nîşan dide ku li ser vê axê her dem lêgerîna heqîqetê zindî ye. 
 
Dîsa li vir remzên zimbilê genim, glover, xaç, balêdikişîne ser xwe. Dîsa li navçeya Mabeta ku remz û çanda elewîtiyê derdikeve pêş, girîng e ku baweriya xwe bi Dad Fatma bînin. Ji Dad Fatma heta Nuri Dersimî hemû mezikên elewiyan wekî efsane tê nîşandan. Baweriya elewiyan a li nirxên civaka ahlaki û polîtîk xwedî derdikeve û li gorî wê dijî li navçeya Mabeta hêj zindî ye. Malbatek Ermenî jî bimine, çîrokên der barê ermeniyan de tên gotin, nişan dide ku çiqas wê çandê diparêzin. Dîsa balkêşe ku fêrbûna zaravayên Kirmanckî û Soranî wekî tarza jiyanê esas digirin. 
 
BI ÇANDA DEVKÎ DI BER XWE DIDIN
 
Gelê Efrînê ku bi çanda devkî xwe diparêze, li hemû malbatê hunera destan pêşketî ye. Di her malê de sinhetkarek heye. Di her malê de hunermend û ressamek heye. Çîrokpêj û dengbêjek heye. Perwerdekirina zarokan a di qadên huner û sinhetkariyê de tarzek jiyanê ye. Gelek tevn û dezgeh hene. Hûnandin, ristin, neqişandin û gelek cureyên tevn û neqişan li vir pir pêşketî û zind8î ye. Ev huner bi awayekî zindî xwe diparêze. Nirxên estetîk yên di meheke de piştî berxwedana li Efrînê derketin holê yên wekî afirandinên hunerî, stran, helbest, xêzkirina resîman, hêza çanda devkî nîşan dide. Disa hêza hêvî û hêza hestê nîşan dide. 
 
GIRÊDANA AXÊ TARZA JIYANÊ YE
 
Yek ji taybetmendiyên şaristaniya jinê girêdana jinê ya bi axê re ye. Di bîrdoziya rizgariya jinê de yek ji rêgezên sereke welatparêzî bi vê yekê ve girêdayî ye. Li Efrînê girêdana bi ax û xwezayê re pir bi hêz e. Li vir her malbat karê çandiniyê dike û bi axê ve grêdayî ye. Li ber her malê dar û ber heye. Bêyî daran jiyan nayê fikirîn. 
 
XWEMALIYA ŞAXA ZEYTÛNÊ LIBERXWEDAYÎN E
 
Zeytûn di her kêliyên wan ên jiyanê de cih digire. Sedema vê jî têkiliya navbera hêza hilberînê û terhê jiyana wan e. Li hemberî hilberîn û jiyana modernîteya kapîtalîst ku hewl dide wan ji hev veqetîne, balê dikêşe ser yekîtiya jiyan û kedê. Bi bîrbiriya warê ku cara ewil zeytûn lê çê bûye, peyameke estetîk, jiyaneke azad dide cîhanê. Şaxên zeytûnê tên wateya xelatê û bereksê dewleta tirk ku dixwaze vê yekê veguherîne qirkirinê, bi van şaxan dixwazin mizgîniya serketinê bidin hêzên şaristaniya demokratîk. Li hemberî netew dewletên modernîteya kapîtalîst ku dixwazin şaxê zeytûnê reş bikin, tê wateya liberxwedayîna li hemberî vê ferasetê. Di hemû kar û barên xwe de, diyar dikin ew ê nehêlin zaytûn bê reşkirin. Bi feraseta xwe derseke mezin didin kesên zeytûnan texrîb dikin û zeytê didizin. Her wiha bi awayekî hêzdar feraseta ku mirîşkan didizin deşîfre dikin. 
 
Jinên ku bi destên xwe yên şîfayî birînên ji şer dicebirînin, bi zanyariyên xwe yên di warê tiba xwezayî de jî balê dikiêşin. Jinên ku bi rêbazên tiba xwezayî li şîfayê digerin, dizanin kîjan giya bi kêrî çi tê. Jin bi vî awayî ji bo gelek nexweşînan li dermanan digerin û beriya her tiştî yekîtiya bi xwezayê, jiyana tenduristiyî esas digirin. Bi feraseta ku nexweş nekevin an jî dema nexweş bikevin dizanin ku kîjan tişt derman e tev digerin. Di amadekarina van dermanan de şopên çanda neolîtîkê tên dîtin. Li gelek deverên Kurdistanê têkildarî vî rewşê tişt hene. 
 
Li Efrîna ku bi awayekî zêde tesîrên rejîma Baasê jî xwe lê dane der, ji destpêka têkoşîna azadiyê ve tişta balê dikişîne jinên ku tev li têkoşînê bûne. Tevî ku bandora kapîtalîzmê hebe jî, her hefte roja înan diçin gundê xwe û li wir bêhna xwe vedidin. Di demên kurdî hatibû qedexekirin û axaftina bi erebî şertek mecbûrî bû de jî bîadî vê yekê nedihat kirin. Jinên bi navê Seyran, Fîdan, Ezîme, Sozda û Ruken ên tev li têkoşîna azadiyê bûn, bû sedem ku gelê herêmê ji bo azadiyê tev bigere. Her wiha rejîm jî bi zext û zorî zaf bi ser jinan de çû. Her wiha ji bo bişavtin bê xurtkirin rejîma Baasê li vir rêxistineke bi navê îtihad Elnîseyî (Yekîtiya Jinan) ava kir û ev yek jî nîşan dide ku ka çi qasî hay ji hêza jinê heye. Ji ber ev rêxistin di nav vê civakê de çê nebû, di demeke kurt de ji holê rabû.
 
PIŞTÎ KOBANIYÊ BAJARÊ DUYEM E KU AZADIYA XWE ÎLAN KIR 
 
Di Şoreşa Rojavayê de piştî Kobaniyê bajarê duyemîn Efrîn e ku azadiya xwe îlan kir û li hemberî rejîma Baasê ket nava rêxistinbûyîneke hêzdar. Di destpêka şoreşê de bi pêşengiya jinan meş hatin lidarxistin, çalakî hatin çêkirin û bi vî awayî bersiveke ku bi hezaran salan bi hesreta wê bûn dan. Bi taybetî jî bi pêşengiya jinên Mabetayê çalakî bal kişandin. Piştî tabûra Şehîd Rûken hat avakirin, jin bêtir tev li nav şoreşê bûn. Û şehîda yekem a Rojavayê Slava jî di vê berxwedanê de cihê xwe girt. 
 
Di destpêka têkoşîna azadiyê de jinên ku li mal û kuçeyan dest bi rêxistinbûyînê kirin, bi şoreşa Rojavayê re li akademî, meclîs, komun û kooperatîfan dest bi rêxistinbûyînê kirin. Û şoreşa Rojavayê kirin şoreşa jinan. Bi pêşengiya jinan manîfestoya berxwedanê nivîsandin. Nîşan dan ku hêza sereke ya netewa demokratîk û pergala modernîteya demokratîk a jina azad in. 
 
Berxwedana li Efrînê ku bi heqîqetê çandeke hêzdar di xwe de dihebîne, di vî warî de gelekî watedar e. Ew xwemaliya ku bi pêşengiya Avesta Xabûrê derket holê, xwemaliya Efrînê nîşan dide. Wê riya sereke ya hêza vê xwemaliyê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li hemberî feraseta mêrî ya dixwaze xwemaliya jiyanê bigihê hemû jinan, feraseta modernîteya demokratîk bigihîne hemû cîhanê. Çimkî; "Serdema şaristaniya demokratîk, serdema jinê ye." 
 
DAWÎ
 
MA / Nagihan Akarsel