Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin

  • ciwan
  • 18:27 24 Tîrmeh 2024
  • |
img
MÊRSÎN - 9 ciwanên li Mêrsînê hedef hatin girtin û hatibûn binçavkirin, li midûriyeta polîsan îfade dan û tê payîn ku sibê îfadeya wan a li dozgeriyê bê wergirtin. 
 
Komeke ciwanan li perava Mêrsînê ligel stranên hatin lêxistin govend gerandin û dirûşm berzkirin û vîdeoya kişandin li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin. Ev parvekirina wan hedef hate nîşandan û hatin binçavkirin. Ciwanên ku bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” kirine li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê îfadeya wan hate wergirtin, sûcdarkirin qebûl nekirin. 
 
DÊ GILIYÊ BIKIN  
 
Ciwanên hedef hatin nîşandan, di wesayîta ku ew pê anîn de strana “Olurum Turkiyem” hate lêxistin û dîmenên têkildarî vê rewşê li ser hesabên medyaya dîjîtal hatin parvekirin. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) diyar kir ku têkildarî vê rewşê bi hinceta “Gel sor dike û teşwîqî dijminatiyê dike” dê serî li dozgeriyê bike û gilî bike. 
 
YERLÎKAYA CIWAN HEDEF NÎŞAN DAN 
 
Li aliyê din ciwan li gel dronan ji aliyê polîsên tîmên taybet û TEM’ê ve bi serdegirtina malê bi kelemçeyên bi paş ve û bi awayekî serê wan tewandî hatin binçavkirin. Piştî ku Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya dîmenên têkildarî binçavkirina ciwanan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kir, parvekirinên nijadperest jî zêde bûn. Balkêş e ku tevî parvekirinên bikarhênêrê X’yê yê bi navê "@XarriableFB" ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîta ciwan hedef nîşan dan û her tim komên nijadperest teşwîq dike ku êrişî gelê kurd bike tu kirarî nehatin dest pê kirin.