Ciwanên binçavkirî hatin berdan

  • ciwan
  • 08:55 18 Tîrmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Ciwanên ji ber meşa bi boneya salvegera Komkujiya Pirsûsê hatin binçavkirin, piştî karûbarên îfadegirtinê hatin berdan. 
 
Rêxistinên ciwanan ên Enqereyê bi boneya salvegera Komkujiya Pirsûsê ya di sala 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hat kirin, li Taxa Yuzuncu Yilê ya navçeya Çankayayê meşê li dar xistin. Ji ciwanan Enes Ugur Tekîn, Erturk Soysal, Mert Omerbeyoglû, Hakan Kiyak û Çetîn Karakaya dema piştî meşê ji bo vegerin malên xwe li rawestgehê disekiniyan, ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Ciwan birin Qereqola 10’ê Nîsanê ya li Balgatê. Ciwan, piştî îfadeyê hatin berdan.