Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin

  • ciwan
  • 15:30 5 Gulan 2024
  • |
img
STENBOL - Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê dê ji bo bîranîna Kenan Mak ku di 1998’an di encama êrişeke nîjadperest de hatibû qetilkirin, pêşbirka helbest û çîrokan li dar bixe. 
 
Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê (ÎSOM) ku du meh berê hatibû avakirin, ji bo bîranîna Kenan Mak ê di 3’yê gulana 1998’an de li Zanîngeha Îzzet Baysal a Boluyê ji hêla ulkucuyan ve hatibû qetilkirin, “Pêşpirka Helbest û Çîrokan a Kenan Mak” li dar bixe. Pêşpirk bi dirûşma “Bi çanda xwe re bibe yek bi têkoşînê azad bibe” tê lidarxistin. Pêşbirk bi zimanên kurdî û tirkî ye. 
 
Serlêdanên ji bo pêşpirkê dê heta 31’ê gulanê bidomin û navnîşana wê ev e: kenanmakanisina@gmail.com.