Dersîm Dag qedexe û nelirêtiyên Sûrê bir rojeve Meclisê

img

AMED - Parlamentera HDP'ê Dersîm Dag, qedexeya li Sûrê ya 4 sal in didome û jêkirina kevirên 'meqyaja bi bazalt' bir rojeva Meclisê. 

 
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, qedexeya li navçeya Sûrê ya ku di 2'ê Kanûna sala 2015'an hat îlankirin û 4 sal in li 6 taxan didome û jêkirina nelirê ya kevirên 'meqyaja bi bazalt' a li 3 taxan, bir rojeva Meclisê. Dag, qedexeyê ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û jêkirina keviran jî ji Wezîrê Hawirdorê û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm pirsî. Dag, bi bîr xist ku qedexeya lis er 6 taxan hê jî didom û cenazeyên hin kesên ku jiyana xwe ji dest dane nehatine girtin. 
 
Dag, ev pirs ji Wezîr Soylû kirin:
 
"* Hincet ango hincetên ranekirina qedexeya li navçeya Sûrê çi ne? 
 
* Hejmara sivîlên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane çendin? 
 
* Derbarê mirinên sivîl de lêpirsîn hatine vekirin? Heke hatibin vekirin ev lêpirsîn di kîjan astê de ne? 
 
* Hejmara kesên ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dane çiqasin? 
 
* Hejmara kesên cenazeyên wan nehatine girtin çendin? 
 
* Hejmara kesên ku cenazeyên wan li goristanên bêkasan hatine veşartin çendin?"
 
KEVIRÊN BAZALT PIRSÎ
 
Dag, têkildarî nelirêtiya kevirên bazalt jî ev ji pirs ji Wezîr Kûrûm kir:
 
“* Raste ku 181 projeyên ku li Fatîhpaşa, Hasirli û Dabanoglûyê hatine çêkirin, ji aliyê avahîsazê ku zanîna wî ya xêzkirina projeyan tuneye ve hatine amadekirin? Heke rast be, derbarê sazî û kesên ku van projeyan erêkirine de lêpirsîn hatiye destpêkirin?  
 
* Li navçeya Sûrê hinceta li şûna sererastkirinê hilweşandina giştî ya cihên ku qedexeya derketina derve lê wan hatiye ragihandin û pevçûn derketiye, çî ye?
 
* Li navçeya Sûrê hejmara avahiyên tescîl û hêjayî tescîlê ne ku hatine hilweşandin çendin? 
 
* Angaşta lêgerîna xizîneyê ya li cihê ku qedexe lê didomin rast in? Heke rast be derbarê kesên ku li xizîneyê geriyane de lêpirsîn hatiye destpêkirin?"