Davûtoglû ji bo partiya xwe serlêdan kir

img

ENQERE – Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglu ji bo damezrandina partiya ku ew bûye pêşengê wê serî li Wezareta Karê Navxweyî da.

Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglu yê serkêşiya partiyek nû dike ji bo damezrandina partiyê serlêdan kir. Ekîba Davûtoglu ji bo daxwaznameya serlêdana partiya nû radestî Wezareta Karê Navxweyî bike bi pênc maşîneyan çûn. 
 
Cîgirên berê yên Serokê Giştî yê AKP’ê Ayhan Sefer Ustun û Selçûk Ozdag, Parlamenterê AKP’ê yê Gumuşhaneyê yê berê Feramûz Ustun, waliyê berê Îzzettîn Kuçuk, Serokê AKP’a Enqereyê yê berê Nedîm Yamali û Seroka AKP’a Çanakkaleyê yê berê Yeşîm Karadag di nava şandeya serlêdanê de cih girtin. 
 
Tê payîn piştî ku şande daxwanameyê radest bike daxuyanî bide çapemeniyê.