Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî: Êdî bi vê desthilatdariyê re rêwîtî kirin nabe

img

WAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di civîna TÛHAY-DER’ê de axivî û bal kişand ser girîngiya piştevahiyê. Temellî, diyar kir ku êdî bi vê desthilatdariyÊ re rêwîtî nayê kirin û got: “Em ê hemû nirxên xwe biparêzin û li ba hev rawestin. Em li ba hevin, em ê bi hev re ji vê zilm û şerî rizgar bibin.” 

 
Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxarên Wanê (TUHAY-DER), bi malbatên zarokên wan di girtîhan de û zarokên xwe di pevçûnan de, winda kirin re li hev civiyan. Civîna bi malbatan re li salonekê dawetê hat li darxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Parlamenterên HDP’ê yên Wan Teyîp Temel û Mûrat Sarisaç, Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî civînê bûn. 
 
‘MALBATÊN ME RÊ NÎŞANÎ ME DIKIN’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel, di destpêka civînê de axivî û wiha got: “Têkoşîna gelê kurd ev 40 salin, bi dayîna bedelên giran dewam dike. Hikumet bi polîtîyên cuda malbatan dike hedef û hewl dide malbatên me bixapîne. Dixwazin malbatan bikin amûrê polîtîkayên tesfiyekariyê. Di pêvajoyên krîtîk de, lîstikên wiha tim hene. Lê em baş di zanîn ku gelê me di hemû şert û mercan de wê xwedî partiya xwe derbikeve. Em malbatên ku zarokên wan di vê oxirê de jiyana xwe  ji dest dayîn silav dikin.”
 
'AKP NIKARE PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKE'
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dûre axivî û wiha bilêv kir: 
 
“Êşa me pir mezine. Em li ser erdnîgariyeke pir bi êş dijîn. Zilm û tundî her der dorpêç kiriye. Ya ku dikeve para me jî êş û xemgîniye. Lê ligel hemû tiştî, ligel vî dijminî jî, emê tim li ba hev bin û emê bi hevre li ber xwe bidin. Emê berxwedana xwe dewam bikin. Em baş dizanîn ku ger em dest jê berdin, heya yek ji me jî bimîne, wê ev êş dewam bikin. Di tevahiya dîrokê me ev yek jiya. Lê em dîrokin û em bi çanda xwe re li vê derêne. Desthilatdariya heyî ne berî 17 salan ji dil bû û ne jî niha ji dile. Bi taybetî qet nikare pirsgirêka kurd çareser bike. Ev desthilatdarî li ser zilm û pirsgirêka gelê kurd xwe xwedî dike. Êdî tu tiştek wî nemaye ku bide vî gelî. Tenê dixwazin salên 80 û 90’an dubare bikin. Tim gel dixapînin. Li holê jî hiqûq nehiştine.
 
DIVÊ EM DERÎ BI DERÎ BIGERIN Û VEBÊJIN
 
Dema bê edaletiyek çêdibe hemû cîhan serî radike. Divê hemû beşên li Tirkiyeyê ji nû de bifikirin. Ger hûn li dijî Efrîn û Rojava bêdeng bimînin, ji bîr nekin ev şer wê rojekê li deriyê we jî bixe. Em dixwazin vê bi dawî bikin. Ji ber vê, em hemû kesî vedixwînin têkoşîna edalet û aştiyê. Divê em derî bi derî bigerin û Goristina Xerzanê vebêjin. Divê em zilma vê desthiladariyê teşhîr bikin. Ji ber hûn mafê definkirina mirovan bin pê dikin. Dûre hûn behsa edalet û wijdanê dikin. Hûn behsa Îslamiyetê dikin. Di vê mijarê de ne jidilin. Rastiya ne jidilbûna wan li Xerzan û bi sedan cihan heye. Biçin li tevahiya girtîgehên vî welatî bigerin. Zilma ku li girtiyan û hikumxaran dikin, bibînin. Êdî bi vê desthilatdariyê re rêwîtî nayê kirin. Piştevaniya me pir girînge. Em ê hemû nirxên xwe biparêzin û li ba hev rawestin. Em li ba hevin, em ê bi hev re ji vê zilm û şerî rizgar bibin.”