HDP: Li dijî darbeya siyasî berxwedan wê berdewam bike

img

ENQERE - Rêxistina HDP'ê, binçavkirina Hevşaredarên HDP'ê yên Amed. Peyas, Karaz û Bismilê şermezar kir û diyar kir ku wê li dijî xespa vîna gel têkoşîna rewa ya hiqûqî, demokratîk û sivîl mezin bikin. 

 
Polîsan serê sibê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Navçeya Peyasê ya Amedê Keziban Yilmaz Hevşaredarê Bismîlê Orhan Ayaz Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier binçav kirin. Piştî vê yekê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) binçavkirina hevşaredaran şermezar kir. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê ku ji Rêveberiyên Herêmî Salîm Kaplan daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Li dijî partiya me û nûnerên me yên ku daxwaza demokrasiyê dikin, bi rêk û pêk êrîşek faşizan heye. Ev zextên faşîzan bê navber didomin. Bi vê binçavkirina hevşaredaran hemû rêgezên hiqûqa gerdûnî hatiye binpêkirin. Bloka îktîdara faşist, welat xistiye krîza rêveberiyê. Bi taybetî di 4 salên dawî de li dijî şaredariyên HDP'ê polîtîkayên ku li cîhanê mînakê wê tune xistine meriyetê. Li gel van polîtîkayên zordest û faşizan me di 31'ê Adarê de bi stratejiya serkeftî şaredariyên xwe ji destê qeyûm derxistin. Me li dijî van polîtîkayan ji bloka AKP-MHP'ê re got raweste. Lê di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin û hevşaredarên me ji peywirê dûr xistin. 
 
Li wûna wan Walî wekî qeyûm tayîn kirin. Îro serê sibê jî Hevşaredarê me yê Amedê Selçuk Mizrakli ji malê binçavkirin. Dîsa hemwext Hevşaredara Peyasê Keziban Yılmaz Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier, binçav kirin. Pişti hevşaredar binçavkirin li Peyas, Karaz û Bismilê polîsan li odeyên hevşaredaran lêgerîn kirine. 
 
TÊKOŞÎN DÊ BÊ NAVBER BIDOME
 
Em vê binçavkirine wekî darbeya îktîdarê ya li dijî destkeftiyên xwe pênase dikin. Dê li dijî xespa vîna gel têkoşîna rewa ya hiqûqî, demokratîk û sivîl mezin bikin. Têkoşina me dê bê navber bidome."