Olûç bang li müxalefetê kir: Niha ne dema bêdengiyê ye

img

ENQERE – Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, bertek nîşanî operasyona li dijî hevşaredaran da û got: “Desthilatdarî dixwaze tola xwe ji gelê kurd, HDP û hilbijartinê bigire.” Olûç, mûxalet rexne kir û wiha bang kir: “Niha ne dema bêdeng mayînê ye.”

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û pêşketinên dawî nirxandin. 
 
Olûç, operasyona binçavkirina hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê (DBB) Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, Hevşaredara Navçeya Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevşarêdarê Bîsmîlê Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier şermezar kir û wiha axivî: “Desthilatdarî bi pergalî pêkanînên xwe yên qeyûm dewam dike. Dixwaze tola xwe ji gelê kurd, HDP û hilbijartinê bigire.
 
‘VÎNA GELÊ KURD XESP DIKIN’
 
Olûç, da zanîn ku desthilatdariya di sindoqan de qezenc nekir, bi zorê, zextan, hîle û bêhiqûqiyê  destketiyên gel desteser dike û wiha  got: “Bi kurtasî desthilatdar ji gelê Kurd re dibêje; ‘Ez vîna te xesp dikim.’ Desthilatdarî ji gelê kurd re dibêje; ‘Hilbijêrên te qebûl nakim.’ Desthilatdarî ji gelê Kurd re dibêje; ‘Ji bo te hiqûq tuneye. Ger tu kurd bî tu nikarî bibî hevşaredar, ger tu kurd bî tu nikarî xwe bi rêve bibî.’ Desthilatdarî vê ji gelê kurd re dibêje.” 
 
‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’
 
Olûç, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ev desthilatdarî tehemûlê vî mafê hemwelatiya bingehîn nake. Bi hişmendiyeke zordest hevşaredarên me ji peywirên wan digire. Emê tu carî vê helwestê qebûl nekin û emê tim têkoşîna xwe dewam bikin. Desthilatdarî dixwaze tola xwe ji gelê kurd, HDP û hilbijartinê bigire. 
 
GELO WE BI ŞER Û DAGIRKERIYÊ ÇI BI TIRKIYEYÊ DA QEZENC KIRIN?
 
Desthilatdarî hewl dide hemû civakî bike hevkarê sûcê xwe. Dixwaza dengên li dijî şer derdikevin bi tundî, girtin û êrîşan bêdeng bike. Ez niha dixwazin bipirsim gelo we bi şer û dagirkeriyê çi bi Tirkiyeyê da qezenc kirin? Ma hûn dikarin bersiva vê bidin? We di çavê cîhanê de hemû îmaja Tirkiyeyê xerak kir. Gelo ma ev qezence ji bo we? 
 
BI SEDAN MIROV JIYAN XWE JI DEST DAN 
 
Bi sedhezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Hem di hûndir de û hem jî di derve de we tofên dijminantiyê çandin. Bi hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn. Ma eve qezenca Tirkiyeyê? Gelo Tirkiyeyê di vir de qezenc kir? Di serî de jî em li dijî siyaseta şer û pevçûnê derketin û em tim li dij derkevin. Li vî welatî tu pirsgirêk bi şer û pevçûnan çareser nabe. Li vî welatî divê pirsgirêka gelê kurd çareser bibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mirov ji cih û warên wan hatin kirin, malên wan hatin hilweşandin û tê armanc kirin ku mirovên din li wê derê bên bi cih kirin. Gelo hûn dixwazin Kurdên li wê derê dijîn bişînin Marsê, yan jî Afrîkayê. Ev hûn dixwazin çi bikin? Ev nayê qebûlkirin." Olûç, mûxalefet rexne kir û wiha bang kir: “Niha ne dema bêdeng mayînê ye.”