Pombeo: Sedema aloziyê Erdogan e

img
ENQERE - Hevdîtina Serokê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Cîgirê Serokê DYA'yê Mike Pence bi dawî bû. Pompeo Erdogan tawanbar kir. 
 
Cîgirê Serokê DYA'yê Mike Pence û heyeta pêre li Beştepeyê bi Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin kirin. Hevdîtinê 100 deqeyî berdewam kir. 
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 9'aın de berdewam dike. Heyeta DYA'yê ji bo Tirkiye dawî li şer bîne û agirbestê îlan bike hatin Enqereyê. Heyeta ku Şêwirmendê Neteweyî yê Serokê DYA'yê Donald Trump Robert O’Brien û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê James Jeffrey duh bi Berdevkê Serokomar Îbrahim Kalin re hevdîtin kirin. Îro jî heyeta DYA ku ji Cîgirê Serokê DYA Mike Pence û Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo pêk dihat li Beştepeyê bi Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan re hevdîtin kirin. Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Mike Pompeo, ji FOX tv re axivî û diyar kir ku pêdiviya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi agirbestê heye û Erdogan wekî berpirsiyarê vê aloziyê dît.