Erdogmûş: Tirkiye ancax bi diyalog û lihevkirinê dikare ji vê çiravê derkeve

img

AMED – Parlementerê ANAP'ê yê Amedê yê berê Abdulbakî Erdogmûş, bilêv kir ku wê ev agir bi Tirkiyeyê jî bikeve û got, Tirkiye ne bi eciqandina kurdan, ancax bi rêya diyalog û lihevkirinê dikare ji nav çirava li Sûriyeyê derkeve. 

Parlemeneterê ANAP'ê yê Amedê yê berê Abdulbakî Erdogmûş, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. 
 
Erdogmûş, bilêv kir ku bi mudaxilekirinê re Tirkiye li Sûriyeyê bûye şirîkê mirina bi sed hezaran jin, zarok û sivîlan û rûxandinê. 
 
‘WÊ EV AGIR BI TIRKIYEYÊ JÎ BIKEVE' 
 
Erdogmûş ku got "Tişta diviya Tirkiye bike ne ku agirê li ser cînaran geş bikirana, diviya avekê li wî agirî bikirana", destnîşan kir ku Tirkiye ji dêvla agir bitefîne ketiye nav liv û tevgereke ku parekê ji felaketê bigire. Erdogmûş, anî ziman ku wê agirê li ser cînaran bi Tirkiyeyê jî bikeve û got, Tirkiye bi qasî ku di warê rejîma Baasê de ne serwext be ji îra dîrokî dûr e. 
 
DERKETINA JI ÇIRAVÊ! 
 
Erdogmûş, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rêveberî bi arezûyên emperyal û bi hêrseke îktîdarî tev digere û got: "Her ku di nav çiravê de perpitîn, dîtin ku pêl kurdan bikin wê jê derkevin. Dizanibûn wê fobiya ji bo kurdan hem li hundur hem jî li derve bi kêrî wan bê. Kurd, ligel DYA û Rûsyayê ji bo welatên herêmê jî unsûreke bazariyê bûn. Ev ji bo Filîstînê jî wiha ye. Ma di dîrokê de ev yek tim ne wisa bû? Dîrok careke din tekerur dike. Ger desr jê bihatan girtin, ma wê dubare bibûna? Bêguman di vê dubarebûyînê de, pareke mezin jî ya rêxistinên kurda ye ku hikma wan li ser çarenûsa kurdan heye. Mirov nikare bandora perçebûnê, cihêbûnê înkar bike." 
 
Erdogmûş, anî ziman ku ji bo ax û çavkaniyên kurdan bazariyek heye û got: "A ku şer bi dawî bike jî aqûbeta van bazariyan e. Mixabin di vê bazariyê de aktoreke girîng jî Tirkiye ye. Helwesta Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de şaş e. Çimkî, li Tirkiyeyê kurda temînata yekparebûna welat in. Lê belê liv û tevgera îktîdarê ya nebaweriyî vê temînatê lawaz dike." 
 
Erdogmûş, bilêv kir ku divê îktîdar dev ji helwesta xwe ya cihêkariyî û dijminatiya ji bo kurdan berde. 
 
Her wiha Erdogmûş ji bo 'Artêşa Netweyî ya Sûriyeyê' ku Tirkiye destekê didê jî got: "Têg otin ev 'artêş' ji 50 rêxistinan pêk tê. Berpirsiyariya ji bo vê artêşê jî bi qasî berpirsiyariya ji bo DAIŞ'ê bipirsgirêk û talûke ye. Ne bawer im Tirkiye ji bin vê berpirsiyariyê rabe." 
 
‘PÊDIVÎ BI RÊVEBERIYEKE NÛ HEYE' 
 
Erdogmûş, desnîşan kir ku ji bo Tirkiye ji derheqê pirsgirêkan derkeve pêdivî bi rêveberiyeke nû heye, ji lew re polîtîka û rêveberiya heyî nikare pirsgirêkan çareser bike. 
 
Herî dawî Erdogmûş, got Tirkiye ne bi eciqandina kurdan, ancax bi rêya diyalog û lihevkirinê dikare ji nav çirava li Sûriyeyê derkeve. 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel