Temellî: Ne bi korîdora aştiyê werin bi kurdan re li rêya aştiyê bigerin

img
AMED – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Heke bi rastî ku hûn aştiyê dixwazin, ne korîdora aştiyê li rêya aştiya bi kurdan bigerin. Tevî hemû êşan jî kurd ji aştiyê re amade ne.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî mijarên di rojevê de ji ajansa me Mezopotamyayê re nirxand. 
 
Temellî bal kişand ser li darxistina konferansên partiya xwe û got ji ber rewşa siyasî ya Tirkiyeyê ew neçar bûne van konferans û civînan li herêman li dar bixin. Temellî da zanîn ku dem dema rêxistinêkirinê ye û piştî hilbijartina 31’ê Adarê wan bi bayê bezê dest bi xebatên rêxistinê kirine û serdem serdema pêngavek nû ye. Temellî bal kişand ser 1’emîn Konferansa Navendî ya li Amedê li dar xistin û got gel nîqaşên giranbûha, nirxandin û pêşniyarên girîng hatine kirin û dê ev bi raya giştî re bên parvekirin. 
 
‘EM Ê BI RÊXISTINKIRINA XWE FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN’ 
 
Temellî modela rêxistinbûyîna partiya xwe jî nirxand û got: “Em partiyek ku mudaxeleyî siyaseta Tirkiyeyê dikin e. Em çawa xwe birêxistin dikin em wisa jî siyasetê dikin. Ya yekemîn em ê faşîzmê hilweşînin. Çimkî gelên Tirkiyeyê bi faşîzmê tê birêvebirin. Civak nikare di nava şertên faşîzmê de bijî. Ya duyemîn jî ew e ku em ê Tirkiyeyê demokratîk bikin. Em li gorî vê armanca siyasî stratejiyên pêkan hildiberînin.” 
 
‘ÎTÎFAQA DEMOKRASIYÊ JÊVENEGERA ME YE’ 
 
Temellî bal kişand ser îtîfaqa demokrasiyê û got: “Meseleya em dibêjin îtîfaqa demokrasiyê, zemîna wê ya ku her kes têde cih bigire heye. Ji bo em her kesî têde bicih bikin jî binbariya me ye. Ji bo em vê yekê bixin meriyetê jî çi bikeve ser milê partiya me em amade ne. Ji bo em vê yekê ava bikin beriya her tiştî em ê komîsyonan bixin meriyetê.” 
 
‘VÊ DESTÛRA BINGEHÎN REWŞA TIRKIYEYÊ DIDE NÎŞANDAN’ 
 
Temellî destûr bingehîn a demokratîk jî nirxand û got: “Em ê bên gel hev û destûra xwe ya bingehîn çêbikin. Em nabêjin bila destûra bingehîn wiha be an jî wisa be. Em destûrek bingehîn danaynin pêşiya însanan. Lê ji bo destûrek bingehîn bê çêkirin em însanan vedixwînin sefên têkoşînê. Navê vê têkoşînê bi aliyekî xwe dinê jî muzakare ye. Binêrin destûra bingehîn a 12’ê Îlonê hêj di dewrê de ye. Ev destûra bingehîn a 12’ê Îlonê ji bo binpêkirina mafan bûye şampiyona cîhanê? Belê. Va her tişt li ber çavan e. Siyasetmedar di hepsê de ne. Tecrîd didome. Rojnameger di hepsê de ne. Li her qadên jiyanê binpêkirina mafan pêk tê. Ev yek bang li destûrek bingehîn a nû dike.” 
 
‘ÎMRALI REFERANSA HERÎ GIRÎNG E’ 
 
Temellî tecrîdkirina ji nûve ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî nirxand û wiha domand: “Bi hevdîtina di 2’yê gulanê re dest pê kir hat gotin ku tecrîd bi dawî bûye. Lê mixabin tecrîd 20 sal in didome. Di 20 salan de Tirkiye ji ku hat ku derê? Tişta min li jorê got rejîmek otorîter hat avakirin û li her deverê binpêkirina mafan pêk tê. Em nikarin bêjin Tirkiye dewletek hiqûqê ye. Em nikarin behsa destûrek bingehîn a demokratîk bikin. Ev pêvajoya tecrîdkirinê ye. Tecrîd li dijî hiqûqê ye. Heke hûn dixwazin ev welat ji tecrîdê û aloziyan rizgar bibe, divê hûn beriya her tiştî guh bidin Îmraliyê û referansa herî girîng ji bo we Îmraliye. Heke ev welat dewletek hiqûqîbûya dê niha tecrîd pêk nehata.”
 
‘BI ÊRÎŞKIRINA BAŞÛR Û ROJAVA DIXWAZIN HER DEVERÊ LI KURDAN BIKIN DOJEH’ 
 
Temellî operasyona li dijî qadên Herêma Federa ya Kurdistanê û gefên li dijî bajarên Rojava jî nirxand û got: “Tirkiye bi mantiqê rejîma otorîter û şer tê birêvebirin. Tirkiye nikare bi vî mantiqî dijminahiya kurdan bike. Ev ji bo Tirkiyeyê zavokek kor e. Ji bo vê yekê em bang li hemû siyasetê dikin, dest ji vê polîtîkaya şer berdin. Bi sewqiyata eskerî û operasyona derveyî welat çareserî pêk nayê. Ev ne mimkin e. Heke hûn di rastiyê de dixwazin aştiyê bînin û bixin meriyetê, ne korîdora aştiyê bi kurdan re li hev werin û li rêya aştiya li gel kurdan bigerin. Gefel ji aliyê Rojava ji bo Tirkiyeyê nîne. Berevajî vê yekê heke bi rastî bi kurdan re li hev werin, tenê ne ji bo Rojava, dê ji bo Sûriyeyê jî deriyê çareseriyê veke û çareserî were hilberandin. Dixwazin bi operasyona li dijî Başûrê Kurdistanê û gefên li dijî Rojavayê Kurdistanê mudaxeleyî têkiliya biratiya kurdan bikin û bi vê yekê jî dixwazin her deverê li serê kurdan bikin dojeh.” 
 
‘YEKÎTIYA KURDAN JI HER TIŞTÎ GIRÎNGTIR E’
 
Temellî bal kişand ser Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û got: “Banga me ya Yekîtiya Neteweya Demokratîk beriya her tiştî her çiqas li erdnîgariyên cuda bin jî lê yekîtiyek hestewar û yekîtiyek neteweyî heye. Kurd li kîjan parçeyî dibin bila bibin, pêwîste ku kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. Heke mesele aştî be, kes pevçûnek navbera kurdan qet û qet qebûl nake. Her kes dibêje ku şer di navbera kurdan de dernekeve. Ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn gelê kurd kirdeya herî girîng e. Ji bo ev pêk were jî divê hewldan bên kirin. Ji bo vê yekê jî tevgerkirinek bi yekîtî ji her tiştî girîngtire.” 
 
MA / Ozgur Paksoy