Temellî: Tu hukmê biryara Dadgeha Îstinafê ya ji bo Demîrtaş û Onder tune ye

img
EDENE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, der barê biryara Dadgeha Îstinafê ya têkildarî Selahattin Demirtaş û Sirri Sureyya Onder de rexne kir û wiha got: "Doja DMME biryar da Serokomar got 'Ez biryarê nas nakim' Pir aşkere ferman da dadgehê. Ji ber vê yekê tu hukmê biryara Dadgeha Îstinafê tune ye. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, di çarçoveya ziyaretên herêma Çukurova de li Navçeya îskenderun a Hatayê bi gel re hat cem hev. Di ziyaretê de Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, Meral Daniş Beştaş û Tulay Hatimogullari û rêveberên HDP'ê jî amade bûn. Temelli, anî ziman ku di bernameya 4 rojan de gelek sazî û rêxistinên demokratîk û sivîl ziyaret kirin û gelek girîng derbas bû. 
 
BIRYARA DADGEHÊ FERMANA ERDOGAN E 
 
Temellî, bal kişand ser biryara Dadgeha Îstînafê ya der barê Selahattin Demirtaş û Sırrı Sureyya Onder de û wiha got: "Duh Dadgeha Îstinafê biryara 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê erê kir. 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku der barê Selahattin Demirtaş û Sırrı Sureyya Onder de biryar daye heta niha gelek caran îmze avêtiye bin biryarên li dijî hiqûqê. Li gel vê yeke Dadgeha Îstinafê ev biryar erê kiriye. Ev biryar tu car naqê qebûlkirin. Li dijî hiqûq û qanûnan e. Ev raste rast fermana Serokomar e. DMME der barê Demirtaş de biryara pir zelal da. Xwest serbest bê berdan. Lê piştî vê biryara DMME'ê Erdogan ferman da darazê. Pişti Erdogan aşkere got "Em biryarê nas nakin"  Dadgehê jî biryarek wisa li dijî hiqûqê da. Divê em li dijî dadgehên faşîst bi hevre dengê xwe bilind bikin. Bê edaletî li her derê ye. 
 
 
LEYLA GUVEN NE LI TENÊ YE
 
Temellî, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha axivî: "Çalakiya Leyla Guven di roja 28’an de ye. Em her roj rojan dijmêrin. Divê hemû beşen demokratîk û kedkar li hemberî vê yekê hestiyar tev bigerin. Leyla Guven ne bi tenê ye u dê tu carî bi tenê nemîne. Divê hemû beşên civakê piştgiriyê bide. 28 roj derbas bûn, lê hêj tu nivîskarî tu satir nenivîsiye. Tu rewşenbirî tu peyv nenivîsiye. Ev bê eleqe û korî nîşan dide ku li Tirkiye bê edaletiyek mezin heye. 
 
Pirsgirêk bu muxataban çareser dibin. Ocalan muxatabekî gelek girîng e. Ji bo vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe.