Buldan: Divê teqez em tecrîdê bişkînin

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe de geşedanên hefteyê nirxandin. Buldan, diyar kir ku AKP ji ber ji HDP'ê ditirse ew qas êrîşan pêk tîne û wiha got: "Îktîdara AKP'ê li hundir dîlgirtin û tecrîdê pêş dixe, li derve jî şer pêş dixe. Ji ber ku têk çûye bi polîs û eskerên xwe bi HDP'ê re şer dike. Ger ku hêza wê hebe bila bi siyasetê bi mere şer bike. Ji ber ku Birêz Ocalan ji bo yekitiay gelan têdikoşe niha tecrîd didome. Divê teqez em vê tecrîdê bişkinin." 
 
Koma HDP'ê li meclisê civîna xwe ya hefteyî pêk anî. Di civînê de malbatên girtiyan, nûnerên saziyên civakî û demokratîk û gelek kesên din tev li civînê bûn. Di civîna komê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, bal kişand ser geşedanên hefteyî. Buldan, ewil malbatên girtiyan û kesên beşdarî civinê bûn silav kir û dest bi axaftinê kir. Buldan, diyar kir ku dih 15'ê Cotmehê ji bo gelê wan û wan rojek pir girîng bû û 6'emîn salvegera avakirina HDP'ê bû. Buldan, 6'emîn salvegera avakirina HDP'ê li her kesî pîroz kir û wiha got: "HDP partiya elewî, xiristiyan, misliman, çerkez, kurd, tirk, ermenî û hemû nasnameyên ku li Tirkiyeyê dijî ye û dara çinarê ye. HDP elewî, ermenî, êzîdî, suryanî û hemû pêkhateyên civakê ye. Li aliyekî me Mahîr Çayan, li aliyekî Şêx Bedretîn e. Partiya têkoşîna Denîz Gezmiş, Îbrahîm Kaypakaya, Orhan Dogan, Mustafa Suphî û Mazlum Dogan e. HDP isyana Gezî, qêrîna Soma, hawara Dayikên Şemiyê, Dîcle, Firat, Munzur û Kizilirmak e."  
 
YA ME AZAD BIKE EM DESTÊ XWE BIDIN HEV E 
 
Buldan, da zanîn ku wan tu carî li dijî zalim Dehaqana serî netewand û her dem li ber xwe da û hatin îro. Buldan, destnîşan kir ku li dijî zilm û zordariyê ya wan rizgar û azad bike yekîtî ye û wiha got: "Yê me azad bike em destê xwe bidin hev e." Buldan, navê hemû parlamenter û şaredarên ku îro girtî ne yek bi yek rêz kir û silavên xwe şand û wiha got: "HDP bi girtinan di zindanan de xelas nabe. HDP li welat û cîhanê heta aştiyê pêk bîne dê têkoşîna xwe berdewam bike. Wekîl û şaredariya ku bi hêz û vîna pêk hatiye em wekî koltixê nagirin dest. Ji bo me erka xizmetê ye. Navê baxçeyê gelan û rengan HDP ye hûn bi xwe ne."  
 
'DI GERÊN DERVÊ WELAT DE ELEQEYA LI HEMBERÎ HDP'Ê GELEK E' 
 
Buldan, anî ziman ku di gerên li dervê welat de rastî eleqeyek mezin tên û wiha axivî. "HDP li her derê rastî eleqeyek mezin tê. Dipirsin. Dibêjin hûn çawa wisa li ser piyan in. Em jî dibêjin hêza ma vîna gel û têkoşîn e. Têkoşîna hevpar e. HDP sîwana têkoşîna hevpar e. HDP ne tenê partiya Tirikye ye. HDP di tevahiya cîhanê de partiya herî zêde nûnertiya jinê diparêze. HDP ji bo azadiya hemû kesan ku nasnameya wan çi dibe bibe têdikoşe. HDP, mîsogeriya tevlêbûna wekhev a jinê esas digire. Di tevlêbûna siyasetê û nûnertiyê de rêgeza wekheviyê esas digire. Di şexsê hevserokatî û nûnertiya wekheviyê de Fîgen Yuksekdag û Leyla Guven hêj girtî ye. Li gel Enîs Berberoglu hat berdan jî, hêj Leyla Guven girtî ye. Dîsa Hevşaredar Gultan Kişanak girtî ye. Ev nîşan dide ku îktîdar çiqas ji têkoşîn û vîna jinê ditirse."  
 
'DIVÊ TEQEZ EM TECRÎDÊ BIŞKÎNIN' 
 
Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tekoşîna hevpar a gelan û wiha pêde çû: "Her dem me bawer kir ku em dê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin û em bi ser bikevin. Çawa di hilbijartinên 7'ê Hezîeranê û 24'ê Tîrmehê de em bi ser ketin, dîsa em dê bi ser bikevin. Brêz Ocalan pira di navbera galan de ye. Her tem ji bo yekîtiya gelan û aştiyê têkoşiya. Birêz Ocalan bi sekna xwe ya aştiyê komploya navdewletî ya 9'ê cotmehê xera kir. Lê niha bi tecrîdê kompo berdewam dike. Ji ber vê yekê divê teqez em tecrîdê bişkînin. divê em bêtir di têkoşîna aştî û demokrasiyê de israr bikin. Heta niha bi sedan hevalên me hatin binçavkirin û hatin girtin. Şaredar û wekîlên me hatin girtin û dîl hatin girtin. Lê emê têkoşîna wan berdewam bikin. Ew li ser rant, pere û meqam têdikoşin. Yê ku wan li cem hev digirin rant, pere û berjewendî ye. Lê yê me li cem hev digire, aştî, wekhevî, azadî û demokrasî ye. Rojên borî li Amed û Êlihê gelek hevalên me hatin binçavkirin. Hevserokên Partiya me yên Amed û  Êlihê dîl hatin girtin. Em vê operasyonê şermezar dikin. Em dixwazin bi lez hevalên me yên girtî serbest berdin. Em dîsa dubare dikin ku hûn bi girtinê nikarin HDP'ê xelas bikin. Her ku hûn bigrin em zêde dibin. Ji ber ku HDP gel e, gel li HDP'ê ye. AKP herî zêde ditirse ku kurd û kurt, elewî û sunî milê xwe bidin hev. Jin û mêr, karker û çotkar milê xwe bidin hev ditirse. HDP çinarek ku nayê xwar e.  Em ji ser vê vê axê heta ku aştî, demokrasî û azadiyê nînin bi tu deran de naçin. Em li vir in Erdogan. Em bi tu deran de naçin. Li vî welatî edalet û daraz tune. Di doza Keşe Brûnson de dîsa hat dîtin. Çawa ku Brunson dîl hatibû girtin, Denîz Yucel jî dîl hatibû girtin. Bi navê şahidê nepen mirovan digirin. Ev pergala Cemaetê bû. Niha jî AKP heman rêbazê diparêze û dixe meriyetê. Lê li holê ne sûc heye û ne jî şahid heye. Ji bo siyasetmedaran dîl bigirin vê rêbazê bikar tînin. Dadger û daraz jî heman polîtîkayê dimeşîne.  Keşe Brûnson li dijî Midûrê Banka Gel dîl girt. Dîsa xwest ku DYA li Sûriye piştgiriyê bide wan Keşe dîl girt. Lê niha dîlgritina Keşe bi dawî bû û Keşe li Enqereyê ye. Em dipirsin ka çi bû?  Ger ku daraz û edalet hebe, mirov dîl nayê gritin, Em bang dikin û dibêjin werin em navê Wezareta Dadê bikin Wezareta Dîlgirtinê. Ger ku di darazê de serxwebûn hebe çima Demîrtaş, Guven, Kişanak û Baluken girtî ne?  Roja ku Keşe serbest berdan, gef li Rojhilatê Firatê xwar. Got em dê derbasî Rojhilatê Firate bibin û tar û mar bikin. Dîsa gef xwar. Ji bo kurd nebin xwediyê ax û destkeftiyan dijminantiya kurdan dikin. Em dipirsin hûn çima dijminantiya kurdan dikin. Hûn dixwazin kurd û tirkan bînin hemberî hev gelo?" 
 
'AMEDSPOR NE BI TENÊ YE' 
 
Buldan, êrîşa li ser Amedsporê jî şermezar kir û wiha lê zêde kir: "Balkêş e du roj berê li Sakarya li dijî Amedsporê êrîş pêk hat. Amedspor ne bi tenê ye. Amedspor dê avêtina golan berdewam bike. Em êrişa li dijî Amedsporê şermezar dikin. Ev êrîşa nijadperest pir talûke ye. Tu kes bi vê yekê bi ser nakevin. Em dipirsin gelo kurd winda bikin dê çiqas tirk bi ser bikevin. Em dibêjin em dê bi hevre bi ser bikevin û bi hevre têk biçin. Bila her kes vê yekê baş zanibin. Niha AKP li hundir polîtîkaya dîlgirtin û tecrîdê dimeşîne. Li derve jî polîtîkaya şer dimeşîne. Lê em dîsa dibêjin gelê Rojava teqez dê xweseriya xwe avabike û tu kes nikare vê yekê asteng bike. Tenê derdê wan ewe ku gel bi hêza xwe ya xweser xwe bi rêve nebin. Gelo dixwazin Minbicê vala bikin û çeteyan li wir bi cih bikin?"  
 
'AKP DÊ BIBE PARTIYA TABELA' 
 
Buldan, gefên AKP'ê yên li dijî HDP'ê jî şermezar kir û wiha bi dawî kir: "Serokê AKP'ê HDP kir hedefa xwe û got 'Em dê qeyûm tayîn bikin' Wisa difikire ku bi zext û tundiyan encam bistîne. Lê xwe dixapînin. Ji mêj ve winda kirine. Ji ber vê yekê li şûna bi siyaseta xwe bi mere têbikoşe, bi esker û polîsên xwe bi mere şer dike. Ger ku pir ji xwe bawer e bila were bi siyasetê bi mere têbikoşe. Qeyûm ne tenê tayînî şaredariyan kiriye. Niha qeyûm tayînî keyayan dike. Îro ji muxtaran jî ditirse. Ji ber ku pir ji HDP'ê ditirse bi qeyûman radizê û bi qeyûman hişyar dibe. Ev wateya tirsê ye. Di anketan de jî tê gotin ku AKP xwînê winda dike. Bi taybetî piştî krîza aborî de zêde dengan winda dike. Li pişt HDP'ê jî milyon heye. Ev hêz mezintir dibe. Ji ber vê yekê hêza we tune hûn HDP'ê ji meclîsê dûr bixin. We li meclisê zêdebûna xwe winda kir, hûn dê li herêman jî hêza xwe winda bikin. Qet meraq nekin em dê bi hevre bibînin ku AKP dê bibe partiya Tabelayan. HDP partiya vînê ye. Di her hilbijartinê de em rûsipîya xwe bi ser ketin. Em bi keda xwe bi ser ketin. Ji ber vê yekê em dê qeyûman yek bi yek ji şaredariyan dûr bixin. Vê yekê tu car ji bîr nekin. Gelê kurd gelê bi rûmet e. Tu carî rûyê wî reş nebûye û tu carî rûyê wî reş nabe. Ji ber vê yekê em dibêjin ji înadê re HDP, ji înadê re berxwedan. Em tu carî ji berxwedanê gavan paşve navêjin. Em tu carî çong daninin. Her dem em dê stranên berxwedanê bistrênin.  HDP dê li kolanan û li her derê qadan her dem bû dengê gelan û dê hner dem bibe dengê gelan û dengê bindestan.  Dê her dem mafê hemû gelan biparêze û bibe dengê gelên Tirkiyeyê."