HDP: 12'ê Îlonê navê rêveberiya otorîter ya îro ye

img
ENQERE - Rêxistina HDP'ê, bi minasebeta 38'emîn salvegera 12'ê Îlonê daxuyanî da û diyar kir ku 12'ê Îlonê ne tenê navê darbeyekê ye û wiha got: "12'ê Îlonê navê rêveberiya îro ye. Navê feraseta îro ye. " 
 
Berdevkê Giştî yê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, der barê darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Oluç, têkildarî darbeya 12'ê  Îlone de wiha got: "Di ser 12'ê Îlonê re 38 sal derbas dibin. Hêj darbe hikmê xwe diparêze. Hêj qanuna bingehîn hikmê darbeyê diparêze. Hovîtiya vê darbeyê ne tenê binçavkirin, girtin û îşkenceya li sed hezaran mirov hatiye kirin. Ne tenê sirgûna deh hezaran mirovan e  û ne tenê înfaza bi hezaran mirovên kujer nediyar e. Hemu mexdûriyetên li dijî demokrasî, hiqûq û azadiyê didome. Îro dîsa demokrasî, edalet, azadî, wekhevî û hiquq tê binpêkirin. nasname û çanda yên din tê tunekirin û di bin zextan de ye. Ev hemû berhemên darbeya 12'ê îlonê ye. ÎKtîdara AKP'ê qanûna bingehîn a darbeyê niha li gorî berjewendiyên xwe guhert. Îro koalîsyona AKP-MHP'ê ji darbeya 12'ê Îlonê sûdê digire û xwe xurt dike. 12'ê Îlonê ne tenê navê darbeye ye. di heman demê de navê rêveberiya otorîter ya îro ye. Em vê hişmendiya darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê û berdewama wê şermezar dikin."