Li hemberî rejîma 'yekzilamî' pêşniyaza 'xeta têkoşînê'

img

AMED - Endama MYK'ê ya HDP'ê Zubeyde Zumrut, destnîşan kir ku feraseta tekparêz, nîjadperest û zayendîparêz ya bi Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê re tê avakirin welat ber bi xetereyê ve dibe. Zumrut, diyar kir ku li hemberî vê yekê divê pêşî komên jinan ên partiyên muxalif ên di parlementoyê de mil bidin milê hevdu û bitêkoşin. 

Tirkiye, piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê derbasî Pergala Hikûmetê ya Serkomariyê bû. Bi vê pergalê re meqama serokwezîrtiyê ji holê hat rakirin û hemû erkên birêvebirinê ketin destê serokomar. Endama Desteya Rêvebirina Navendî ya HDP'ê Zubeyde Zumrut, pergala heyî nirxand. 
 
'KESÊN DENG DAN AKP'Ê Jî NIKARIN XWE ÎFADE BIKIN' 
 
Zumrut, bilêv kir ku bi pergala ku ket dewrê re dê feraseteke tekparêz, nîjadperest û zayendîparêz bê avakirin û got: "Rejîma yekzilamî, nikare daxwazin girseya ku deng danê jî pêk bîne. Niha kesên ku deng dane AKP'ê jî nikarin di nav vê pergalê de xwe bînin ziman. Yên muxalif di îtirazkirineke biçûk de jî tên terorîzekirin û bêdengkirin. Mirov xwe di nêvengeke ewle de hîs nakin. Yanî pergala serokatiyê ne rejîma çewisandinê ye, lê niha rewşa heyî pratîk û nîşaneya vê yekê ye." 
 
‘HERÎ ZÊDE TESÎR LI JIN, ZAROK Û CIWANAN KIR' 
 
Zumrut, destnîşan kir ku rejîma yekzilamî herî zêde tesîr li jin, ciwan û zarokan kiriye û got: "Çimkî jin û ciwan hîmên civakê ne. Lê nikarin xwe di nav vê pergalê de bînin ziman. Ji bo jin û ciwanan tu polîtîkayeke guherîn û veguherînê ya vê pergalê tune ye. em daxwazin demokratîk deynin hêlekê, AKP gelek sazî û dezgehên çand û hunerê yên jin û ciwanan ava kiribûn girtin û niha bi polîtîkayên xwe yên tekparêz ji nû ve wan sererst dike. Di vir de bi navê azadî û demokrasiyê tiştek naxuyê. Li vir ferzkirin û tekparêzî heye." 
 
ŞÎRKETA MALBATÎ
 
Zumrut, hişyar kir ku AKP bi vê pergalê welat veguherandiye şîrketeke malbatî û dê bi vî awayî welat ber bi xetereyeke mezin ve biçe. Zumrut, bilêv kir ku divê li hemberî vê yekê hemû dînamîkên civakiyî, rêxistinên civaka sivîl, jin û ciwan zemînekî demokratîk ava bikin û bi awayekî cidî bitêkoşin. 
 
'DIVÊ JIN MIL BIDIN MILÊ HEVDU' 
 
Zumrut, destnîşan kir ku divê jin jî di warê daxwazên xwe yên demokratîk de têkoşîna xwe bidomînin û got: "Ev tişt dema mirov civakê ber bi zemîneke ku karibe xwe têde îfade bike bibe dest pê dike. A rast armanca tevgera jinên kurd jî ew e ku li dijî vê dîktatoriyê raweste. Divê ev yek bê vegotin. Di koma jinan a meclîsê de jî perpektîfeke jinan a ku duh û îro li ser vê xetê têdikoşe heye. Divê komên jinan ên partiyên muxalif ên din jî tev li vê yekê bibin. Divê li hemberî vê rejîmê jin mil bidin milê hevdu û bitêkoşin." 
 
PÊŞNIYARA JI BO DÎWANA EDALETÊ Û WEZARETA ZAROKAN 
 
Zumrut, bal kişand ser zêdebûna şideta li hemberî jinan û îstismarkirina zarokan jî. 
 
Zumrut, diyar kir ku ji bo rê li ber vê yekê bê girtin divê Dîwana Edaletê ya ku muxatabên ji bo mafên jin û zarokan têdikoşin de cih bigire bê avakirin û her wiha divê bi perpektîfa jinan Wezareta Zarokan bê avakirin.