ENQERE - Komîsyona Meclisê, ji bo dirêjkirina dema xebatên xwe civiya.
Komîsyona di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hatiye avakirin, cara 20’an bi pêşengtiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş civiya. Dema komîsyon hatibû avakirin, destnîşan kiribû ku dê xebatên xwe heta 31’ê Kanûnê bidomîne. Lêbelê ji ber ku rapora dihat payin were avakirin pê re nehat gihaştin lewma komîsyon ji bo dirêjkirina dema xebata komîsyonê civiya.
Tê payin ku komîsyon îro di civîna xwe de dema xebatê ya komîsyonê du mehan dirêj bike.
