MYK'a DEM Partiyê civiya

img

ENQERE - MYK a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de civiya. 

 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullarî û Tuncer Bakirhan civiya. 
 
Civîn, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hat lidarxistin û dê geşedanên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û hûrgiliyên hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bên gotûbêjkirin.
 
Herwiha di civînê de biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMM) ya der barê  Hevserokên Giştî yên HDP'ê berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê û encamên biryarê bên gotûbêjkirin. Di civînê peyamên Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên têkildarî tehliyeya Demîrtaş jî bên nirxandin.
 
Herwiha tê payin ku MYK’ê rojeva komîsyonê ya ji bo çûyîna Îmraliyê jî nîqaş bike.