Li Dîlok û Agiriyê pêngava ‘seferberiya rêxistinbûnê’

img

DÎLOK/AGIRÎ - Di çarçoveya pêngava “seferberiya rêxistinbûnê” ya bi pêşengtiya DBP û DEM Partiyê hatiye destpêkirin de li Agirî û Dîlokê civîn hatin lidarxistin. 

Bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de pêngava “seferberiya rêxistinbûnê” hatibû destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de li Dîlok û Agiriyê civîn hatin lidarxistin. 
 
AGIRÎ
 
Civîna li Agiriyê li hotêleke bajar hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya, Parlamentera Agiriyê Nejla Demîr, hevşaredarên Agirî, Îdir û Erziromê, endamên meclisa giştî û şaredariyê yên bajar û gelek rêveberên rêxistinên partiyan ên navend û navçeyan tev li bûn. 
 
KAYA: EM Ê XURTIR TEV LI PÊVAJOYÊ BIBIN
 
Parlamenter Adalet Kaya di civînê de axivî û wiha got: “Ji bo em ji pêvajoya pêş re bêhtir bibin bersiv, me li bajarên xwe seferberiya rêxistinbûnê da destpêkirin. Di vê civînê de li gel nirxandina pêvajoyê, her wiha dê nîqaşên cuda bên kirin. Di van nîqaşan de em ê aliyên xwe yên kêm jî tespît bikin. Têkildarî pirsgirêkên heyî em ê pêşniyarên xurt bikin û bi hev re xwe birêxistin bikin û bi awayekî xurtir tev li pêvajoyê bibin. Em ê bi mezinkirina seferberiya rêxistinê re têkoşîna xwe pîroztir bikin.” 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 
DÎLOK
 
Li Dîlokê jî Civîna Agahdarkirinê ya Herêmê ya DEM Partiyê hat lidarxistin. Civîn, li Eywana Kongre û Pêşangehan a Şaredariya Şehîtkamîlê hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, Hevberdevkê Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Mehmet Bozgeyîk, nûnerên Platforma Saziyên Demokratîk, nûnerên rêxistinên DEM Partî û pêkhateyên wê yên bajar û navçeyên Riha, Semsûr, Dîlok, Meletî û Mereşê û gelek hevşaredar jî tev li bûn. 
 
BOZGEYÎK: EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN
 
Mehmet Bozgeyîk di civînê de got ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane, ji bo zimanekî hevpar ê di nîqaşên vê derbarê de û ji bo mezinkirina têkoşînê ew hatine gel hev. 
 
TEMELLÎ: PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKEKE KÛREWÎ YE 
 
Temellî jî anî ziman ku hewcehî bi nirxandina geşedanên di nava 10 salên dawî de li Rojhilata Navîn û cîhanê heye û wiha pê de çû: “Niha yek ji pirsgirêkên herî sereke yên cîhanê jî pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka kurd pirsgirêkek kûrewî ye. Heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê aramî û aştî çênabe. Dê pirsgirêka kurd çawa çareser bibe? Bêguman divê bi rêyên demokratîk û aştiyane bibe. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe dê tundiya li ser kurdan û gelên din bi dawî nebe. Em qala demokratîkbûneke topyekûn dikin. Ji ewil divê em li ser aştiyê biaxivin, qala hiqûqê bikin. Divê em ji bo xizaniyê çareseriyekê peyda bikin. Em ji bo van ketin rê.” 
 
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.