Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin

img
 
ENQERE - Parlamenterên DEM Partî û Partiya DEVA’yê ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglî ji bo vê biryarê got: “Darbe û skandal e.” 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Faruk Gergerlîoglî, parlamenterên Partiya DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen û Burak Dalgin ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin. Gergerlîoglû got ku di dîroka Meclisê de cara ewil e tiştekî wiha tê kirin û bertek nîşan da. Gergerlîoglû, wiha got: “Em tev li rûniştinên nepen jî bûn. Her kes pê dizane. Lê belê di komîsyonê de xaleke rêziknameya navxweyî weke hincet nîşan dan û serokê komîsyonê xwest em derkevin. Burokrat li hundir hiştin lê parlementer derxistin. Serokê komîsyonê û parlamenterên AKP-MHP’ê piştgirî dan vê biryarê û rê li ber skandaleke mezin vekirin.” 
 
'LI DIJÎ MECLISÊ DARBE YE’
 
Gergerlîoglû, da zanîn ku piştî ew 3 parlamenter rûniştin Hakan Fîdan ew dîtine û nîv saetê dereng hatiye. Gergerlîoglû, wiha domand: “Xuyaye ku di navbera xwe de axivîn û gotin; ‘Divê em ji bo derxistina van parlamenteran serî li taktîkekê bidin.’ Banga min ji bo Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş e; hûn çawa destûrê didin van skandalan? Hûn çawa derfetê didin rezaleteke wiha? Derxistina me ya ji civîna komîsyonê, li dijî Meclisê darbe ye. Serokê Komîsyona Karên Derve niha li dijî Meclisê darbe kiriye.”