Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin

img
AMED - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku pirsgirêka kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser nabin û ji îktîdarê re got: “Hûn dikarin bi PYD’ê re hevdîtinê bikin.” 
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan di 2’yemîn Kongreya Asayî ya DEM Partiya Amedê de axivî. Dogan, got ku Amed, di siyaseta kurd de xwedî cihekî girîng e. Dogan, bi domdarî bal kişand ser êrişên dawî yên komên nêzî HUDA-PAR’ê li Amedê dikin û ev tişt anî ziman: “Hinek jê dibêjin ‘me bav û kalên we kuştin û cihê gora wan nayê zanîn.’ Banga min ji bo wan e; nekevin nava hewldana gurkirina vî agirî nexwe dê kesên vî agirî gur dikin bi xwe di nava vî agirî de bişewitin. Bila kesek nebêje DEM Partî gefan dixwe. Ev ne gef e.” 
 
'ÇIMA BI PYD’Ê RE HEVDÎTINÊ NAKIN’
 
Dogan, bal kişand ser êrişên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Dev ji vê polîtîkayê berdin. Ev rêbaz gelek caran hatin ceibandin lê tiştek nehat bidestxistin. We digot em rêyên nû diceribînin. We digot; ‘Divê em li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û tiştên baş pêş bixin.’ Lewma çareserî ne Enqere, ne Bexda, ne Şam ne jî Hewlêr e. Di meseleya kurd de polîtîkayên ewlehiyê pêş naxe. Heke hevdîtinên bi Esad re ji bo rêyeke nû be, wê demê hûn dikarin hinek tiştên din jî biceribînin. Bi awayekî hemwext hûn dikarin bi PYD’ê re jî hevdîtinê bikin. HSD dibêje; ‘Em ji bo Tirkiyeyê gef nînin. Tirkiye jî di nav de em amade ne bi her kesên dixwazin hevdîtinê bikin re rûnin.’ Em jî dipirsin, çima bi vî destî nayê girtin?” 
 
BANGA YEKITIYA KURDAN
 
Bi domdarî Dogan protokolên biçûkxistinê yên Tirkiyeyê di dema serdanên Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî de kirin bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Yên ku çav ber dide destkeftiyên vê derê dê çav berde destkeftiyên Hewlêrê jî, yên Kobanê jî. Lewma di serî de divê hemû hêz, partiyên siyasî yên kurd bi berpirsyartî tevbigerin. Tişta ku dê dawî li vê hejarî, hilweşîn û şerî bîne jî yekitiya kurdan e. Em bi parçekirinê mezin nabin, bi hatine gel hev mezin dibin. Em heman bangawaziya ji bo Enqereyê ji bo Hewlêr, Bexda û Şamê jî dikin.” 
 
'REJÎMA QEYÛM BI DAWÎ BÛ’
 
Dogan, got ku wan di 31’ê Adarê de tayînkirina qeyûm têk birine û axaftina xwe wiha qedand: “Rejîma qeyûm bi dawî bû. Dibe ku hûn dengê parlamentera Amedê kêm bikin lê xelkê Amedê ji bo qeyûman dibêje ‘dizo’, ‘bêusûlî’. Ev kesê em qala wî dikin her roj li wêneyê serokkomar Erdogan dinihêrt û wisa dest bi kar dikir. Lewma em ji bo kesên hesabên qeyûman dikin û li bendê ne ku serdemeke din jî bi qeyûman bên birêvebirin dibêjin ku em ê tu caran rê nedin qeyûman. Hesabên wiha nekin. Heta ku gelê me wiha li ber xwe bide dê kesek nekare qeyûman tayînî îradeya xelkê Amedê bike. We qeyûm şandin û serdema qeyûman bi dawî bû. Berxwedan dê bidome.”